Here naverokê

Sêmêl

Sêmêl
Bajar
سێمێل Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Parka Sêmêlê bi ser êvarê
Parka Sêmêlê bi ser êvarê
Sêmêl li ser nexşeyê
Map
Sêmêl li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Sêmêl
Sêmêl
Koordînat: 36°51′28″Bk 42°50′47″Rh / 36.85778°Bk 42.84639°Rh / 36.85778; 42.84639
DewletHerêma Kurdistanê
Li beşa îdarî
Paytexta
Nifûs
 (2018)
71.557
Dem
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sêmêl bajarekî parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ye. Bajar li ser rêya sereke ye ku Başûr û Bakurê Kurdistanê girêdide. Bajêr 14 kîlometre li rojavayê Dihokê ye. Di sala 2018an de nifûsa bajêr 71.557 kes bû.

Di sala 1849an de geştyarê brîtanî Austen Henry Layard bajarê Sêmêlê wekê gundekî kurdên ezîdî "bi kelehekî ji heriyê hatiye çêkirin û tacgirtin" wesf kiriye û wî tomar kiriye ku li vir bi serokekî ezîdî yê bi navê Abde Axa re hevdîtin pêk aniye.[1]

Di destpêka sedsala 20an de Sêmêlê gundekî biçûk a kurdan bû. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, gelek suryanî ji herêma Hekariyê koçberê vir bûne. Gelê suryanî ji ber komkujiyên osmaniyan ên li ser kêmneteweyên ermenî û suryaniyan reviyane herêmê. Demek dirêj ê piştî ku komara Iraqê hatiye damezrandin, niştecihên suryanî dîsa bûne hedefa kuştin û jicihûwarxistine. Di 7ê tebaxa sala 1933an de, Komkujiya Sêmêlê pêk hatiye.[2] Lê ew bûyer bi herêma Sêmêlê nesekiniye ku hikûmeta iraqî gelek gundê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û di encama dagir kirin û komkujiyên li herêmê bi kêmanî 3 hezar KES di komkujiyan de hatine kuştin.[2]

Di sala 1992an de Zanîngeha Dihokê li Sêmêlê fakulteyekê ji bo çandiniyê avakiriye.

Di sala 2011an de piraniya nifûsa Sêmêlê kurd bûn û hindekariyekê biçûk ê ku bi 635 kesan bû, ji suryaniyan pêk hatibû. Di heman demê de hindekariyekê biçûk ê ji ermeniyan jî li bajêr hebûn.[3]

  1. ^ Layard, Sir Austin Henry (1853). Discoveries among the ruins of Nineveh and Babylon (bi îngilîzî). Harper & Bros. r. 47.
  2. ^ a b Baarda, Tijmen C. (26 sibat 2020). "Arabic and the Syriac Christians in Iraq: Three Levels of Loyalty to the Arabist Project (1920–1950)". Arabic and Its Alternatives (bi îngilîzî): 143–170. doi:10.1163/9789004423220_007. hdl:1887/86019. ISBN 9789004423220.
  3. ^ "Population Project". Shlama. 2011. Roja gihiştinê 26 nîsan 2022.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Sêmêl de hene