Guherz

Guherz
Guherz
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Dihok (parêzgeh)
Navçe Amêdî
Demografî
Gelhe ? kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°04′21″Bk 43°36′18″Rh / 37.07250°Bk 43.60500°Rh / 37.07250; 43.60500
Bilindayî 770 m
Guherz li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Guherz
Guherz
Guherz (Başûrê Kurdistanê)
Map

Guherz, gundekî girêdayî bajarê başûrê Kurdistanê Amêdiyê ye.

Gundê guherzê êke ji gundên kurdistanê û êke ji gundên devera nihêlê dikevîte quntara çyayê metînî bi dîratya ( 20) kim bi rexê rojhelata bajêrê Amêdyê ve ye, jûrya gundî zincîra çyayê Metînî ye û jêrya gundî Sipneye, rojhelata gundî Zê ye û rojava gundê ( Bellaveye ) hev sinurî digel gundên Gêrgaş, Mehîdê, Reşave, Berçî, Bellave, Birkahînê, kumelgeha Dêrelukê. Dîruka vî gundî kelega kevne û bi sedan sale jyan lê peyda bûye li gurreyî jêderên bab û bapîran bume veguhastî dbêjn navê gundî ji wê çendê hatye ku herdu rexên gundê rojhelat û rojava rez bûyne û di gutnê ( gu rezê ) anku herdu guhên gundî rez bûyne û hindek jêder ibêjn Guhrezê anku (rex zê ) ve hatye lewma kurtya wê bûye ( guherzê ). Jêderê ava gundî bîrên avê bûyne , avaçemê Guherzê jî li bin gelyê Sergelê dhêt weku cûyeka avê, dû kanyên bçîk ji vî gundî hene navên wana eve ne ( kanya Mêrgê û kanya Xidrê ). Ev gunde navdare bi rez û kezana û cihê cut û kêlî yê lê zore û bi xêr û berekete û hemî danê hişkatî genim, cee, nîsk. Lê şîn dibît digel hemî curên fêqî. Di salên şêstan û heftyan da xandina feqyatî li mizgefta gundî di hate gutin ji layê ( mela Ehmed Guherzî ) ve ku bi dehan feqî li gundên dîtir qesta xandinê kirye û fêrî xandin û nivîsînê buyne û mifa jê wergirtye. Bu cara êkê bi şêweyekê fermî li sala 1971 ê xandinge hatye vekrin û zarokên gundî çûyne xandingehê. Û li enfala reşa sala 1988 ê xelkê gundî bi şêweyekê giştî derbederî Turkya û Îranê bûyne û li sala 1991 ê taku 1997 ê vegeryaneve Kurdistanê ser jinwî gund li ser cadê avakir jiber ku jîn û jyara gundî li vî cihî bi sanahî tre ji cihê kevin yê li çyayî. Guherzê pêtir ji ( 1300 ) kes lê djîn û dabeşî ser ( 250 ) serok xêzanane û ji ( 11 ) binemala pêk hatîne û kevintrîn binemal bnemala ( dadê ) ye. Şînwarên vî gundî ( berê kulîn ) ku bi şêwê jûrekê hatye avakrin sê cihên nivistinê û dergehek û bencerek lê hene û dikevîte nav gundî bxuda, dîsan bi dehan şkeft lê hene jwana şkefta (şêxî) dkevîte nêzîkî serê çyayî li rasta gundî û şêx ehmed barzanî çendîn roja li ber sextya wextî jyana xu li wêrê burandîye.

Gundê guherzê hêlîna sitrana vilklurê kurdye dhemî bîrhatin û keyf û dawetan da bi dehan kes sitran û heyranuka dbêjên, û kesê here xizmeta zman û filklurê kurdî krî û navdar li gundî û deverê xudê jê razî mhimd gahir guherzî ye ku nvêser û pirtûk daner bû , û jberhemên wî pertuka rêzmana kurdî. Dîsan guherzî jlayê hizra neteweyî ve her ji hizba hîwa pişkdar bûyne û dgel hemî qunaxên şurreşê bişkdar û pêşmerge bûyne û bi dehan kesan pêşmergayetî kirye û btir ji ( 20) şehîdan pêşkêşî gel û wellatê xu krîne. Bu zanîn nukejî jîn û jyara pranya xelkê gundî li ser fermanberyê ye û zêdebarî çandinê û xudan kirna gyaneweran.‏