Zêbarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Zêbarî, hozeke mezin a kurdan e li Badînan (Herêma Kurdistanê, Îraq).

Zêbara kevin navendeke pir fireh a Badînan bûye, bi piranî axayên herî xurt û bihêz ên Badînan axayên zêbarî bûne, ji ber wê yekê sînorê vê eşîrê jî li gorê desthilata axayên wê hatiye guhertin. Her weha eşîra zêbariyan li her çar parçeyên Kurdistanê cih digirin, wek Akrê û Zaxo û Berdereş û Mûsil û Dihok û Amêdî û Şîladizê û Dêrelûkê.

Di dîroka kevin de û îro jî zêbarî li Kurdistanê roleke mezin dilîze.

Kesên navdar ên wek Babekeir Zebari, Dîndar Zêbarî, Latif Zêbarî û Hişyar Zêbarî ji malbata axayên vê eşîrê ne. Stranbêj Ehmed Zêbarî jî ji vê eşîrê ye.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]