Dêrelûk
Dêrelûk Deraluk | |
Nahiyeya Dêrelûkê
| |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Kurdistan |
Dûgel | Îraq |
Parêzgeh | Dihok (parêzgeh) |
Serbajar | Amêdî |
Demografî | |
Gelhe | 52.533 (2010). |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°03′17″Bk 43°39′16″Rh / 37.05472°Bk 43.65444°Rh |
Nexşe | |
Dêrelûk an jî Dêrelok[1] (bi tîpên erebî, دێرهلوك, bi tîpguhêziya wê: Deraluk), li devera Badînan, navê nahiyeyê ye. Bi qasî 10 km ji sinorên Tirkiyeyê dûr e. Bajar di navbera çiyayê Metîn û Gare dikevîte layê gundê Roşavayê. Do aliyên nahiyeyê çiyayên navdar û bilind hene: li jor çiyayê Metîn; li jêr çiyayê Gare. Di nava nahiyeyê ve rûbarê Zêyê Mezin û Siping û Şêrank diherike, nahiyeya Dêrelûkê axeke zêrîn heye, ku ji bo çandina dexil, dan û dikakî baş e.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nahiyeya Dêrelûkê yêk ji nahiyeyên ser bi qezaya Amêdiyê ve ye, dikevîte rojhelata qezayê. Nahiyeya Dêrelûkê pêk hatiye ji çendîn devera ku li ser destê rejîma be's a faşil di sala 1975ê ta 1978ê jiber helbûna çirîska şoreşa gûlan a pêşkeftinxwaz, bi merema lawazkirina şoreşê xelkê gundên deverê hatine veguhastin bo kûmelgehan û gundên wan hatin şewitandin.
Li demê damezirandinê li sala 1938ê senterê nahiyê li gundê Bêbo bû li devera Nêrwe û Rêkan li sinorê Tirkiyeyê. Lê li sala 1976ê bi biryareka rejîma be's a faşil hatiye helweşandin û li sala 1978ê her vê nahiyeyê ji Bêbo veguhast bû Komelgeha Dêrelukê li devera Nihêlê, lê vê çendê hez û viyana kurdîniyê û miletînî yê pitir lê kir.
Li sala 1986ê dîsan bi rengekê fermî Rejîmê ev nahiye helweşandiye. Piştî serhildana adara sala 1991ê û damezirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 1996ê bi biriyareka fermî careke din rêveberiya nahiyeyê dihête vekirin û bi dehan projeyên xizmetgozarî pêşkêşî xelkê xweragirê deverê kirin.
Rûberê senterê nahiyeyê 890 km² ne, rûberê nahiyeyê ji bilî devera Nihêl - Nêrwe û Rêkan 166.390 km² ne, serjmêriya nahiyeya Dêrelûkê nêzîkî 41.000 kesan pêk dihêt, (162) gund bi ser vê nahiyeyê ve ne, belê heta niha zorbeyî wan nûke kavil in û ji nû ve nehatine avakirin û xelkê wan li kûmelgehên Dêrelûk, Şêladizê, Sîriyê, Bagêra, Qediş û gelek cihên din akincî bûne.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihê erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji layê bakurê nahiyeyê devera Nihêl - Nêrwe û Rêkanê û ji layê rojhelatê dikevîtê devera Barzan û ji layê başûr ve dikevite qezaya Akreyê û ji layê rojava dikevîte senterê qezaya Amêdiyê bi dûratiya 17 km.
Deşt, zozan û gelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Geliyê Roşava
Çiyayên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çem û gol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Çemê Deşt
Babetên heywanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li çiyayên Deverê qertel û baz hene. Hirç, rûvî, gur, mar, kew, sivore û kewroşk jî li deverê hene.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ol û civak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nifûsa herêmê îslam (misilmanên sunî) û file ne.
Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pira Keliya, Şêrank...
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Rojnameya War