Sîstema gera xwînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ajal zindewerên firexaneyî ne (bi înglîzî: multicellular). Hema hemû ajal bi sîstema gera xwînê oksijen û xurek digihîne şane û xaneyên xwe. Herwisa madeyên paşmayî an jî berhemên wekî proteîn û hormon jî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin endama armanc. Wekî mînak xwîn karbona dioksîdê diguhezîne pişikan. Xwê, ure, av jî bi navbeynkariya xwînê di gûrçikan de tê parzûnkirin. Du corên sîstema gera xwînê heye. Sîstema gera kirawe û sîstema gera daxiraw.

Sîstema gera kirawe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mêşhingiv bi sîstema kirawe, hemolîmfê di laşê xwe de digerîne

Ajalên bêbirredar ên wekî dûpişk, mêşhingiv, kulî û hvd sîstema gera xwînê ya kirawe (bi Ingîlîzî, “open circulatory system) li xwe digirin. Ev sîstema gerê ji dilek lûleyî an jî ji çendan dilan û xwînbera sereke pêk tê. Ango di vî sîstema gera xwînê de mûlûleyên xwînê û xwînhêner tune ye. Bi eslê xwe, xwîna vî sîstemê jî ne xwîna sor a asayî ye. Xwîna sîstema kirawê, bêreng e û wekî hemolîmf[1] bi nav dibe. (bi îngîlîzî hemolymph = hemo + lymph) Wateya “hemo” xwîn, wateya “lymph” jî av e[2], ango ji hemolîmfê re xwînav jî tê gotin. Dil hemolîmfê pompe dike, hemolîmfê ji şahxwînberê dirijîne valahiyên laş.[3] Hemolîmf rasterast xane û şaneyan dorpêç dike.Di navbera hemolîmf û xane û şaneyan de alûgorkirina madeyan rû dide. Hemolîmf ji ber livîna laş û girjbûna masûlkeyan, ji valahiyên laş dizîvire dilê lûlyî. Derîçeyên dil hemolîmfê aresteya dil dike.[4] Hemolîmf, hemoglobîn li xwe nagire, loma bêreng e. Gera xwînê ya sîstema kirawe hêdî ye.

Sîstema gera daxiraw[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di laşê mirov de xwîn bi Sîstema gera daxirav ve digere

Ajalên wekî masî, bejavî, xişok (xijde), balînde û şîrdardar wekî ajalên birrbirredar tên navkirin.[5] Hemû ajalên birrbirredar û hin ji ajalên bêbirrbirredar, sîstema gera xwînê ya daxiraw li xwe digirin. Sîstema gera daxiraw ji dil, xwînber, mûlûleyên xwînê, xwînhêner û xwîna sor pêk tê. Di sîstema gera daxiraw de xwîn ji lûleyên xwînê dernakeve. Dil xwînê ber bi şaneyên laş ve pompe dike, xwîn di nav xwînber, mûlûleya xwînê û xwînhêneran de diherike û disa vedigere nav dil. Sîstema gera daxiraw, xwînê bi pestoyek berz û bi herikek lez di laş de digerîne. Ji xeynî masiyan, sîstema gera xwînê ya daxiraw a hemû birrbirredaran ji du beşan pêk tê; gera xwînê ya pişikan û gera xwînê ya sîstemî.[3] [6]

Gera xwînê ya pişikan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêdiviya şaneyan a bi xwînê ne wek hev e.
Bi gera xwînê ya pişikan, oksîjen û karbona dioksîda xwînê tê guhertin

Ev ger, gera xwînê ya navbera dil û pişikan e. Armanca gera xwînê ya pişikan guhertina oksîjen û karbona dîoksîda xwînê ye. [6] Wekî mînak, dilê mirov xwîna kêmoksîjenî ji zikokeya rastê pompe dike, xwîn diherike nav xwînberên pişikê. Xwîna kêmoksîjenî di pişikan de, bi navbeynkariya mûlûleyên xwînê yên pişikê, bi dîfuzyonê, karbona dioksîdê dide derve û oksîjenê digire nav xwînê. Bi vî awayê xwîna pişikan bi oksîjenê têr dibe. Xwîna têroksîjenî bi rêya xwînhênerên pişikan ve vedigere guhikeya çepê ya dil.[6] Ev gera xwînê, wekî gera pişikan tê navkirin.

Gera xwînê ya sîstemî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwîn di navbera dil û hemû endam û koendamên laş de diherrike. Dil xwînê ji zikokeya çepê pompe dike, xwîn diherike nav şaxwînberê. Şaxwînber (aort) xwînê ji dil dûr dixe. Her ko ji dil dûr dikeve, şaxwînber şax dide û xwînber û xwînberokan çêdike. Xwinberok jî hê pirtir şax didin û mûlûleyên xwînê çêdibin. Navbera xwînê û şaneyan de guherîna madeyan li tora mûleya xwînê de rû dide. Xwîn ji tora mûlûleyan ber bi xwînhênerok û xwînhêneran ve diherike. Xwînhênerên jorê dil ên ji serî û mil û qirikê tên, digihîjin hev û tevî hev dibin, bi vî awayî xwînhênera sereke ya jorîn çêdibe[6]. Herwisa xwînhênerên jêrê dil jî tevî hev dibin û xwînhênera sereke ya jêrîn çêdikin. Xwînhênera sereke ya jorîn û ya jêrîn, xwîna nav xwe dirijînin nav guhikeya rastê ya dil. Gera xwînê ya sîstemî ji zikokeya çepê dest pê dike, di guhikeya rastê de bi dawî dibe.[7] Du ger; gera pişikan û gera sîstemî ya xwînê, ji xeynî masiyan, di laşê hemû birrbirredaran de rû dide.

Gera xwîna masiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masi tenê bi gera sîstemî, xwînê di laşên xwe de digerînin. Dilê masiyan du çavî ye, yek guhike û yek zikoke. [7] Xwîna kêmoksîjenî ji zikokeyê ber bi avesihan (bi înglîzî: gills) ve tê pompekirin.[3] Avesih endama henese ya masiyan e. Xwîn li tora mûlûleyên avesihê de karbona dîoksîdê dide nav avê, ji avê oksîjenê digire. Xwîna têroksîjenî ji avesihan belavê laşê masî dibe. Di navbera xwîn û şaneyên masî de guherîna madeyan pêk tê. Xwîna têroksîjenî, oksîjena xwe dide xane û şaneyan û ji wan karbona dioksîdê hildigre û di nav xwînhêneran de dizivire guhikeya dil. Ango di dilê masiyan de her tim xwîna kêmoksîjenî diherike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rittner, D., & McCabe, T. L. (2004).Encyclopedia of biology. New York, NY: Facts On File.ISBN 0-8160-4859-2, Hemolymph
  2. ^ Collins Dictionary[1],lymph
  3. ^ a b c OpenStax Biology. May 20, 2013. [2]
  4. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [3]Circulatory-system
  5. ^ Rittner, D., & McCabe, T. L. (2004).Encyclopedia of biology. New York, NY: Facts On File.ISBN 0-8160-4859-2,Vertebrates
  6. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [4]
  7. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4