Sako

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sakoyên nûjen rengîn in

Sako, çakêt yek ji xwekirinan, kincan, cilûbergan e. Jin jî li xwe dikin, mêr jî. Ji Ewropayê belav bûye.

Standardeke wê nîne. Pirranî bêmil, ser qorikê re ne. Sakoyên nûjen ji yên berê kurttir in. Tenê jî tên bikaranîn, bi kincên din re jî. Çakêtên klasîk pirranî bi pantolên deqaqkirî tê li xwe kirin.

Sakoyên berê niha, bi stovank, pantolên dewaqkirî, mîntan û carnan jî çekbendê ve tên xwekirin ku bûye kinceke fermîtiyê. Ango karmend li xwe dikin an di mercên fermî de tên li xwe kirin. Jin li ser dangan (dawên, serkap û carnan bi stovankê bikartînin.

Heya salên 1980'yî li Bakurê Kurdistanê sakoyên herî baş li Dîlok û Amedê dihatin dirûtin. Kurd sakoyan li ser şalwaran (tûman) jî li xwe dikin.