Sefera xaçperestan a duyem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kontiya Rihayê (bi inglîzî: County of Edessa) di 1140an de

Sefera xaçperestan ya duyem sefera xaçperestanê duyemê bo ku xakên pîrozê di sefera sefera xaçperestanê yekem de dest xistinî hemberî misilmanan biparêzin ji aliyê xiristiyanan de hatibû dar xistin. Ew ji pê dewleta xaçperestanê li Urfa, Kontiya Rihayê  (tr; en), di 1144an de bi dest misilmanan ket re hat saz kirin. Vê seferê di 1147an de dest pê kir û di 1149an de bê gêhiştina armanca xiristîyanan dawî bû.

Sedem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zengiyê emîrê Mûsilê di sala 1144an de Edessa (Riha) ya di wê wextê de di destên Frenkan de bû ji dest xwe xist. Ji pê vê bûyerê re, li ewropa ji bo seferake nû re papa di 1145an de ferman dazanîn. Keyên dewletên mezinê ewropayê wê demê keyê almanya Konrads III û keyê Fransa Louis VII (fr; en) guh dane Papa û bo armanca Rihayê şunda ji dest misilmanan bistînin sefereka nû hazir kirin.

Di meheya gulanê 1147an de Konrads III û ji pê re jî Louis VII ji ewropayê de birê ketin û dest bi seferê kirin. Dîsa dikir hêz û leşkerên welatên ewropa kiribûn ku li Konstantinopolisê li hev bicivin. Lê leşker û şovalyayên Almanan li ber yên Fransa gehiştine Konstantinopolis û hema tavilê bê li bendiya Fransiyan manê derbaza Anatolyayê bûn.

Kînga artêşa Konradê derbaza Anatolyayê bû, birê ve li nêzî Dorîlaion (Eskişehirê) îroj di kewçêrê 1147an de ji hêla Selçukan ve hat bin xistin û Konrads III û leşkerên filitiyan reviya ne Nikaia (Îznîkê).

Nêzî meheke pê vê binketinê re artêşa Louis VII jî gehîşte Nikaiayê. Kînga ewna ji Nikaia der ketin û gêhiştine nêzî Efesê Konrads bi nexweşiyê ket û vegeriyaye Konstantinopolisê. Lê Louis VII li wir wêde dewama seferê kir û li nêzî bajarê Denizliyê îro bi hêzên Selçûqan va hate hemberî hev. Selçukan li wir dîsa artêşa Xristiyanan bin xist.

Lê Louis VII dîsa jî bi eskerên xweyên filitinî ve derbaza Filistînê bû. Wê wextê de Konradsê ku ji ber nexweşiya xwe çûbû Konstantînopolîsê jî pê nexweşiya xwe derbas kir re di 1148an de di deryaya navîn re derbaza Filistînê bû. Ji ber ku bajarê Edessa bi destên Nûreddin bi tunî hatî bû hilweşandin wan armanca xwe guhert û bi dewletên Xristiyanên dinên mînak Keyaniya Orşelîmê (ar; en) û Mîrektiya Entakyayê (tr; en) (Entakya) ve bajarê Şamê di pûşperê 1148an de rapêçan.Wextê ku bajar hat rapêçan mîrî Şamê ji bo alikariyê xeber ji mîrê Selçukanî Rihayê ji Nûreddîn Zengî re şand. Dema ku Nûreddin bi leşkerên xwe ve nêzika Şamê bû xaçperestan him ji ber kêmiyê avê, him jî ji ber lihevnehatinê nêv hev de ew dorpêça rakirin. Ji pê vê re jî Konrads û Louis vegerîne Ewropayê û sefer bê gêhiştina aramancên Xrîstiyan ve xelas bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]