Seleteya bazirganan
Xuyakirin
Seleteya bazirganan, seleteya savarê cure seleteyek ji pêjgeha kurd e.
Çima gotine seleteya bazirganan?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tê gotin bazirganên kurd diçûne welatên biyan, xwaringehan, selete dixwestine. Dema selete dihatibûye ber wan ji garsonan daxwaz dikiribûne ku hinekê jî savarê bixin navê û ev selete wisa derketiye holê. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin, ev tenê gotin û vegotînên ji wêjeya devkî ne. Pirranî jê re seleteya savarê dibêjin.
Berkelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2 stekan (qedeh) savar
- 2-3 îsota dirêj
- Seriyek pîvazê
- Seriyek pîvaza sor
- 5-6 ta pîvaza heşîn
- 2 fringî (bacana sor)
- 7-8 incare (xiyarên tirşiyê)
- Nîv qevçe (baq, pirnag) bexdenûs
- Lîmon
- Rûnê ron (rûnê zeytê baştir e lê me mecbûrî ye)
- Xwê
- Îsota tûj
Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Savarê (bulxur, girar) têxin badiyekê, du tilî ser re avê berdin navê, heya nerm bû bidin sekinandin.
- Pîvazan bişelînin, wekî zarên nerdê tîke bikin. Di nava rûnbirêşkê de biqijilînin.
- Ji ser agir daynin, bidin sarkirin.
- Bexdenûsê amade bikin, tîke bikin.
- Pîvazên heşîn hûr hûr tîke bikin.
- Îsota dirêj û tirşiyê ziravane bibirrin.
- Fringiyan wekî zarê nerdê, pîvaza sor jî xelekane bibirrin.
- Hemiyan bixin nava badiyeke mezin, savar û pîvazên sorkirî tevlîhev bikin.
- Ava lîmonê, xwê, îsota tûj û rûnê zêde berdin ser, tevdin.
- Bînin ser destexaneyê (sifreyê)
Ev gotara têkildarî xwarinekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |