Silbûs û Tarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silbûs û Tarî komeke muzîkê ye. Kom ji malbateke li Swîsreyê dijî pêk tê. Navê komê Silbûs û Tarî nûnertiya du çiyayên reş û spî dike.

Agahî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamên komê ji gundê karsînî a girêdayî navçeya Depê ya Xerpêt ne. Kom ji Musa Dogan û zorokên wî Gulden, Gulsefa, Anter û Sema pêk tê. Komê heta niha du albûm derxistine, li gelek cihên Ewropayê di çalakî û pîrozbahiyan de derdikeve ser dikê û ji aliyê Kurdistaniyan ve gelek tê ecibandin û hezkirin.

Musa Dogan diyar kir ku dema di dibistana amadehiyê de dixwend, eleqeyeke wî ya mezin ji muzîkê re hebû û wî li sazê dixist. Dogan destnîşan kir ku piştî wî dest bi muzîkê kiriye hevsera wî Gulsum û keça wî Gulden jî biryar dane ku hevaltiya wî bikin û wan jî dest bi muzîkê kiriye.

Navê Silbûs û Tarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endama komê Gulden, pirsa çima Silbûs û Tarî? wiha rave dike:

Haya me ji çiyayên Silbis û Tarî tune bû. Mûsa, di ciwaniya xwe de wan çiyayan pir meraq dikir. Piştî ku Musa ji me re behsa herdû çiyayên bira kir, bi me re jî meraqekeke mezin çê bû. Ji ber vê jî me biryar da ku em navê koma xwe bikin Silbis û Tarî.

Silbûs (ermenîkî) ronahiyê û Tarî (kurdî) jî tarîtiyê sembol dike. Ev herdû çiya birayên hev ên gelek mezinin. Ev çiya di nav Çewlîg, Xarpêt û Dêrsimê de cih digirin. Di der barê Silbis û Tarî de gelek efsane û tiştanokên cûr bi cûr hene. Li ser herdû çiyayan jî 4 demsal berf heye. Hin kes diçin li ser çiya duayan dikin û hin kes jî li wê çiyayê qurbanan didin.

Endama komê Gulden derbirî ku nêrîna wan a li muzîkê gelek berfireh e û ji ber vê yekê jî tarzeke wan a ji komên din cûdatir heye. Endamên komê tenê bi muzîka kurd û tirk negihîştine bi hemû muzîkên li cîhanê re eleqedar bûne û xwe li gorî vê yekê gihîştandine. Wekî malbateke hunermend tevdigerin Endam û aferînerê komê Musa daxuyand ku ew malbateke ne, hemû kes hev pir baş dinase ji ber vê yekê jî her kes dizane ka kî ji çi hez dike û ji çi aciz dibe bi vê yekê jî di nav wan de xeyd û pirsgirêk dernayên.

Kurtejiyana endamên Silbûs û Tarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Musa: Ji ber zext û zordariyên ku li Kurdistanê pêk hatine û cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê neçar maye ku ji welat derkeve. Musa di dema xwe ya dibistana amadehiyê de muzîk nas kiriye. Her wiha lêxistina sazê jî bi xwe hîn bûye.

Gulden: Gulden zaroka mezin a malbatê ye. Di biçûkatiya xwe de bi alîkariya bavê xwe dest bi muzîkê kiriye. Di 12 saliya xwe de dest bi pianoyê kiriye. Gulden aranjoriya albuma wan a nû ya bi navê Diyalog jî kiriye û her wiha bi perwerdehiya endamên din ên komê re jî eleqedar dibe.

Gulsefa: Gulsefa wekî vokalîst beşdarî komê bûye lê piştî demeke kurt, dest bi gîtarê jî kiriye. Gulsefa jî weke xwîşka xwe Gulden di temeneke biçûk de dest bi muzîkê dike. Gulsefa di komê de wekî Keybanoya Deng tê bi nav kirin. Gulsefayê hewl daye xwe ku hin zimanên di jî hîn bibe û ji niha ve dikare bi kurdî, tirkî, almanî, fransizî û îngilizî biaxive.

Anter: Zarokê sêyemîn ê malbatê ye. Wî jî bi baterî û gîtara elektroyê dewlemendiyeke din daye komê. Anter ji xwendina pirtûkan gelek hez dike û eleqeyeke wî ya mezin ji astronomî û erdnîgariye re heye.

Sema: Endama herî biçûk a komê ye. Hêj 11 salî ye. Sema qursên kemanê û dansa nûjen girtiye. Semayê tenê dixwaze ku di pêşerojê de wekê xwîşkên xwe di gelek zimanan de muzîka pop bi lêv bike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]