Here naverokê

Siltan Şêxmûs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Siltan Şêxmûs
Navê rastî
Şêx Zeyneddîn Mûsa k. Mahan k. Mehdî Ezûli Elmardînî
Jidayikbûn1077 (470 hîcrî)
Ziyareta Hesp, Şêxana Jor (bi tirkî: Atlıca), Mêrdîn
Mirin1164 (hîcrî, 560)
Mêrdîn
Cihê aramiyêŞêxan
37.52800320725202, 40.80647192168673
PerwerdeMedreseyên Sûriyê, Minbic
DestûrnameŞêx Aqilê (Uqeyl) Minbicî
PîşeTesewwuf
BandorbarŞêx Aqilê (Uqeyl) Minbicî, Ebdulqadirê Geylanî
BandorkerŞêx Adîyê Şamiyê kurrê Misafirî
DewrMerwanî-ertuqî
MezhebŞafiî
ZarokŞêx Mihemed Se’îd
Dê û bav
  • Şêx Mahan (bav)
MalbatMalbata Şêx Mûsa digîhêje Hezretê ‘Umer.
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şêx Zeynedîn Mûsa k. Mahîn k. Mehdî Ezûlî Elmerdînî,[1][2] bi kurtasî Siltan Şêxmûs[3] (jdb. 1077, Mêrdîn - m. 1164, Mêrdîn), alimekî îslamî û serokê rêçika (terîqet) Zûlî bû. Tirba wî li gundê Çalê ser rêya Mêrdîn û Amedê ye. [4] Ewliya Çelebî dema ji Amedê diçû Mêrdînê di seyahetnameya xwe de ev tirbe wek “Şêx Hezretî Zulî Sultan” bi nav kiriye.[5]

Eslê malbata wî digîhêje Xelîfe Omer. Herwiha di destnivîsa bi navê Mewahîbu'l-Îhsaniye de jî ku niha di Pirtûkxaneya Medîneya Pîroz de ye, behsa zarokên Xelîfe Omer dike û ku çawa û li kuderan belavbûne[6], behsa dirêjiyê kiriye heta ku li Kurdistanê gihaye Siltan Şêxmûsê Zûlî.[7] Malbata Şêx Mûsa ji bo teblixa dînê Îslamê ji Mekkê koçberî bakurê Iraqê, mentiqa Şehrezor û Tigrîtê bûne. Bavê Şêx Mûsa, Şêx Mahan ji Tigrîtê koçberî bajarê Mêrdînê bûne. Tirba bavê Şêx Mûsa li bajarê Mêrdînê li gundê Tixûbê ye. Li gor hinekan jî tirba wî li herêma Xursê li gundê ‘Elî Paşa ye. Şeş kurê Şêx Mûsa hebûn. Zuriyeta Şêx Mûsa bi kurê wî Mihemed Se’îd dom kiriye. Siltan Şêx Mûsa li gundê Şêxana Jorî (bi tirkî: Atlıca) hatiye dinyayê. Şopa mala wî û medresa wî gihiştiye heta niha. Gorên Şêx Aqil u Şêx ‘Elî ku ji zuriyeta Şêx Mûsa tên li vî gundî ne. Jiyana wî ji xeyrî xwendinê li mentiqa Şêxan derbas bûye.[8]

Rêçika Zûlî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çewa ku behsa Rêçika Zûlî di pirtûka Tebeqatî Kubra de jî hatiye kirin, ev rêçik ji Siltan Şêxmûs diçe heta ku digîje Hezretî ‘Umer. [9]Belam diyar e ku Rêçika Qadirî digîje Hezretî Elî û ya Neqşebendî jî digîje Hezretî Ebûbekir.[10]

Navê vê Rêçika Zûlî heta dema Siltan Şêxmûs jî, Rêçika Farûqî bûye. Lê di dema kametiya Siltan Şêxmûsî de, navê wê hatiye guhartin û bûye Rêçika Zûlî. Zûlî bi wateya xwe ya ferhengok, yanî dûr. Li gorî berhema me gotî, dema ku Siltan Şêxmûs hatiye herêma Mêrdînê, çûye ketiye şkeftekê û ji Xwedê re perestinî kiriye. Wî şevekê di xewna xwe de dîtiye ku jineke pir bedew hatiye ba wî û gotiye ku ez bo te hatime hinartin. Siltan Şêxmûs gotiye Jinikê: Zûlû ennî! Yanî ji min dûr bibe. Îcar piştî wê bûyerê, navê rêçikê bûye Rêçika Zûlî.

Piştî ku neteweyê kurd dînê misilmantiyê pejirandiye, xwe daye ser Rêçika Farûqiyê. Di dema Siltan Şêxmûs de ku navê rêçikê bûye Zûlî, her wisan Rêçika Zûlî gelekî berfireh bûye û piraniya qada Kurdistanê jî vegirtiye.

Çil xelîfeyên Siltan Şêxmûsê Zûlî hebûne. Ji wan xelîfeyan hinekên navdar ev in:

Şêx Yehyayê Tikrîtî, Şêx Sadiyê Amêdî, Şêx Cemalê Şîrazî, Şêx Cemaledînê Hekarî, Şêx Pîr Xetab, Şêx Hesenê Zirqî, Şêx Ebdullahê Altînî, Şêx Fereh Ehmedê Rûmî, Şêx Ebdullah, Şêx Dawidê Kirkinî, Şêx Mucella, Şêx Eliyê Muhellemî, Şêx Merwan, Şêx Berzan, Şêx Pîr Elî, Şêx Exiyê Bunyan, Şêx Gurlozan, Şêx Mexlûfê Mecnûn, Şêx Dawidê Thûmî, Şêx Eliyê Farqînî, Şêx Îbrahîmê Comanî, Şêx Xendeq, Şêx Xeşef .

Ew xelîfeyên Siltan Şêxmûs li navrasta Kurdistanê belavbûne û gel îrşad kirine, heta ku Mewlana Xalidê Kurdî yê Şahrîzorî çûye Hindistanê û ji ba Seyîd Ebdulahê Dehlewî rêçika neqşîbendî aniye. Hingê Rêçika Zûlî xwe veguhaztiye ser Rêçika Neqşebendîtiyê û li îrşadê domandiye û heta niha ji her didomîne. Yani Rêçika Zûlî li Kurdistanê dest bi îrşadê kiriye û li Kurdistanê jî gihaye dawiyê.

Awa û tewrên perestiniya di Rêçika Zûlî de, tiştekî mîna perestiniya di navbera Rêçika Qadirî û ya Neqşebendî de bûye. Tewrên zikrê wê bi kurtî weha bûne: Civat bi eşkeretî û dengane zikrê Xweda dikir, kesên wê yên taybet, nihênî bûne. Çi kesê ku sê meh li ba murşidekî perwerde dibû û eger ku têkilê rêçikeke din jî nebibûna, dikaribû têkeve Rêçika Zûlî.[11]

Kurê Siltan Şêxmûs yê mezin Şêx Mihemed, ji bo belavkirina Rêçika Zûlî çûye herêma Xerzan û li gundek bi navê Werqanis cîwar bûye û heta ku çûye ber dilovaniya Xwedê jî her li wê derê bûye. Gora Şêx Mihemedê kurê Siltan Şêxmûs jî, li Werqanisê bi Quba Xaniyê Reş navdar e[12]. Ji Şêx Mihemed heta digîje Şêx Fethullahê Werqanisî, tev akinciyê vî gundê Werqanisê bûne. Ew gund niha girêdayî bi navçeya Hawêlê (Baykan) û parêzgeha Sêrtê ve ye.[7]

  1. ^ Ibn al-Sarrāj, Muḥammad ibn ʻAlī; Gürkan, Nejdet; Bardakçı, Mehmet Necmettin; Sarıkaya, Mehmet Saffet (2015). Tuffahu'l-Ervah ve Miftahu'l-İrbah: ruhların meyvesi ve kazancın anahtarı. İnsan ve toplum dizisi (Çapa 1. basım). İstanbul: Kitap Yayınevi. ISBN 978-605-105-141-3. OCLC 948491150.
  2. ^ Muhammed b. Ali b.es-Serrâc (2015). Tuffâhu'l-Ervâh ve Miftâhu'l-İrbâh, Ruhların Meyvesi ve Kazancın Anahtarı (bi tirkî). Istanbul: Kitap Yayınevi. r. 376. ISBN 6051051414.
  3. ^ Ertekin, M. Zahir (1 kanûna pêşîn 2015). "A Biographical Oeuvre by Baqustanî: Sultan Shaykhmus". Nubihar Akademi. 1 (4): 57–89. ISSN 2147-883X. Roja gihiştinê 23 îlon 2024.
  4. ^ "Sultan Seyhmus Türbesi". Türkiye Turizm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
  5. ^ Seyit Ali Kahraman, Yücel Dağlı (2010). Evliya Çelebi, Günümüz Türkçesiyle Evliyâ Çelebi Seyahatnâmesi. Cild 1. Yapı Kredi Yayınları. r. 78. ISBN 978-975-08-2009-0.
  6. ^ (Îbn Abdul Hadî), Huseyn bin Abdul Letîf bîn Muhammed. Destnivîsa El-Mewahib El-Ihsaniye. Orjînala vê nusxeyê li Medîneyê, di pirtûkxaneya Arif Hekmat de ye: Pirtûkxaneya Profesor Dr. Muhammed bin Turki el-Turkî. r. 345.[1]
  7. ^ a b Zinar, Zeynelabidîn (2011). "ŞÊX FETHULLAHÊ WERQANISÎ" (PDF). Nûpelda. Wan (Hejmar-5): 13.
  8. ^ ERTEKİN, M. Zahir (2015). "Berhemeke Biyografîk a Baqustanî: Siltan Şêxmûs". Nûbihar Akademî. 1 (4): 62.
  9. ^ Abdulvahhâb, Eş-Şa’rânî (1954). Et-Tabakât El-Kubra. Cild 1–2. Qahîre. rr. 1/261.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  10. ^ Yusuf, bin İsmail En-Nebhânî (1329). Cami’u Kerâmâti’l-Evliyâ. Misir: Dâru’l-Kutubi’l-Arabiyyeti’l-Kubra. rr. 270–271.
  11. ^ Zinar, Zeynelabidîn. "Şêx Fethullahê Werqanisî" (PDF). Nûpelda (5): 13.
  12. ^ "Verkanis Sosyal Yardımlaşma Kültür ve Dayanışma Derneği". http://verkanis.com/. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)

[[Kategorî: