Simone Weil
Jump to navigation
Jump to search
Simone Weil (z. 3 reşemî 1909 li Parîs, Fransa - m. 24 gelawêj 1943 li Ashford (Kent), Brîtanya) aktîvîst, fîlozof û mîstîkera navdar a fransî bû.
Ji malbateke bingeh-cihû bû di malbata wê de gelek kesên navdar hebûn, wekî birayê wê Andrê yê matematîker. Bi salan di fabrîka Renault de xebitiye û bi destpêka şerê navxweyî yê Spanyayê bi rêbazên bêî zor û anarşîst karê sendîkayê meşandiye. Mixabin tenduristiya wê nebaş bû û pê re serêşeke mezin hebû.
Ji ber dagirkariya nazî li seranserê Ewropa Fransayê diterikîne û direve DYAyê. Bi qasî demekê li Brîtanyayê dijî û bi têkçûna nazî re di nava refên artêşa Charles de Gaulle de vedigere welatê xwe. Ji ber nexweşiya tuberkulozê jiyana xwe ji dest dide.