Mueyed Teyib
Mueyed Teyib | |
---|---|
Navê rastî | Mueyed Teyib |
Jidayikbûn | 1957 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq |
Pîşe | Siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mueyed Teyib (jdb. 1957an li Dihokê, Başûrê Kurdistanê) zimannas, helbestvan û rojnamevanekî kurd e.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mueyed Teyib di sala 1957'an de, li bajêrê Dihokê ji dayîk bûye. Her li Dihokê xwendiye û paşî di sala 1982'an de, ji ber terora rejîma faşîst ya Bexdayê, nekariye zanîngeha Bexdayê bi dawî bîne. Demekê wî pêşmergeyîtî kir û li hemberî rejîma Baasê têkoşiyaye. Ji ber zordariyên rejîma Baasê demekê welatê xwe terikan û di sala 1983'an li Swêdê bi cih dibe. Her ji sala 1974'an û pê dê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Helbest û berhemên edebî jî di piraniya rojname û kovarên kurdî de belav kirîne, herwiha di çend rojname, kovar, radyo û televizyonên cude de jî xebitî û nûçegihanî kir.
Di gelek mîhrecanên edebî de beşdarî kiriye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû li Kurdistana Îraqê û niha jî endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye. Dîwaneka helbestan ji bo çapê amade kiriye. Mueyed Teyib niha birêveberê Weşanxaneya Spîrêz û endamê Meclîsa Akademiya Zimanê Kurdî ya Hewlêrê ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li xopana Helebçe govenda zarokan bû. — Mueyed Teyib
|
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |