Pêjgeha Qazaxistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rûpela nû hate tomarkirin |
B r2.7.1) (robot zêdekirin:ja:カザフスタン料理 |
||
Rêz 18: | Rêz 18: | ||
[[de:Kasachische Küche]] |
[[de:Kasachische Küche]] |
||
[[en:Kazakh cuisine]] |
[[en:Kazakh cuisine]] |
||
[[ja:カザフスタン料理]] |
|||
[[ko:카자흐스탄 요리]] |
[[ko:카자흐스탄 요리]] |
||
[[ru:Казахская кухня]] |
[[ru:Казахская кухня]] |
Guhartoya 09:33, 2 adar 2013
Pêjgeha Qazaxistanê jî wekî pêjgeha mongolî bi giranî ji goşt û şîrê sûdê werdigire. Ango goşt û berhemên şîrê cihekê sereke digirin. Qazaxî jî wekî kurdan hin xwarinên xwe di nava malbatê de bi destan dixwin. Bo mînak beşbarmakê (бешбармак, tê wateya pêncbêçî, pênctilî) ew, narîn (xwarin)ê jî kurd bi destan dixwin.
Benî, pîlaw, hêyavk, şorbe, xingalên asyayî ji rengên destexaneya (sifre) kazaxî ne. Kazax goştê hespê û mihê pirr dixwin. Sosîsa goştê hespê казы (kazî), xwarinên ji hevîrê, biharbêhnên (biharat) asyayî, xwarinên quşxaneyê yên pirranî goşt tevlî ne, плов (plov, ango pîlawên riz/birinc û goştê hêştirê ye), vexwarina ji şîrê birûn кумыс (kûmiz), ji şîrê hêştirê шуват (şûvat) ji pêjgeha kazaxî ne.
Bandora xwarinên rûsî jî gelek e. Li Kazaxistanê nêzîkê nivê gelheyê rûs in. Herwiha li Kazaxistanê alman jî dijîn.
Çavkanî
- W. W. Pochljobkin: Nationale Küchen. Die Kochkunst der sowjetischen Völker. - Pêjgehên neteweyî. Çanda xwarekên gelên Sovyetê Moskow, Leipzig 1988. ISBN 3730400533 (almanî)