Gotûbêja bikarhêner:Balyozxane
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
Wîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 75.504 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
Balyozbot
Keştiya we hemû agahîdankên pêvçûnen leşker ku bi aliya „Balyozbot“ wêran dike. Navê ala bêyî ku navê welatê têkildar li tenişta wê were danîn, tê binavkirin. Ji kerema xwe ji pirsgirêkê re mijûl bibin. -Silav KelêÛxelfetî (gotûbêj) 12:49 17ê çiriya peşîn 2022 (UTC)
- Silav @Bikarhêner:KelêÛxelfetî dikarî mînakek bidî ? --Balyozxane (gotûbêj) 11:55, 18 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Binêre agahîdankê gotara "Şerê Kerkûkê (2017)", "Şerê Îtalyan û Tirkî yê 1911-1912", "Şerên Balkanê" - Silav. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 12:44, 18 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- Hevalek şablonan tevlihev kiribû, gelek malper hatine xirakirin. Tu jî şablonên çewt hîn bûyî. Ez ê wana jî rast bikim. Ji niha ve şablonên rast bi kar bîne jkx, {{ala}} = ji bo hem nav û ala, {{sembola alayê}} = tenê ji bo alayê. Dev ji al û al2 berdin, tevlîhevî çêdibe Balyozxane (gotûbêj) 12:53, 18 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Baş ê, xebêrî min tinê bû, spas dikim. -Silav KelêÛxelfetî (gotûbêj 03:00, 18 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Silav Balyozxane bira merheba, min gelek gotarên nivîsiye ku tevlê rêza zimanan ya vîkîdaneyê nebûne. Li herî jêra gotaran jibo ku bi botan were tevlê kirina Wîkîdatayê navê gotarê bi îngilîzî nivîsiye. Ji kerema ti ku dikarî di demekê guncav de bi balyozbotê tevlê rêzê bike. Penaber49 (gotûbêj) 17:11, 19 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- Silav bira @Penaber49, min ji yekî pirs kir, heke ew neke, ez ê dûre çêkim. Balyozxane (gotûbêj) 20:42, 19 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Gotara “Tirk” yan ji Koçber?“
Silav bira, min di vê gotarê de xeletiyek kir. Ez nizanim ez çawa dikarim vê gotarê wekî "projeyek", ango rûpela xwe biafirînim, da ku ev gotar tenê li ser rûpela bikarhênerê min were vekirin. Mala te ava be KelêÛxelfetî (gotûbêj) 13:41, 26 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- Silav @KelêÛxelfetî, bnr. Bikarhêner:KelêÛxelfetî/„Tirk“ yan ji Koçber? --Balyozxane (gotûbêj). 13:43, 26 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Gelek spas dikim hevalo KelêÛxelfetî (gotûbêj) 13:45, 26 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Question from Aran1524 (19:44, 26 çiriya paşîn 2022)
ez dikarim tiştên nu belavbikim --Aran1524 (gotûbêj) 19:44, 26 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- @Aran1524 Min fêm nekir, çi dixwazî bikî? --Balyozxane (gotûbêj). 19:45, 26 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Werger
Silav, silav hevalê mevşûr ya Balyozxane. Tu çawanî?
Min Gotara tê dît, wekî tê ji aliya Wergerin ava kir, lê ew Gotar gelek bi xeletî yê. Lêbêle ew ne hesabê min ê, ez dixwazîm ji ber ku tu bîbînî xeletîya herkesî heye û xeletîya tê ne derdê min ê, lê ew dozakî ji aliya min ê û ez ê aliya herkezî ji bibim. Mala te gelek ava be, -Silav KelêÛxelfetî (gotûbêj) 10:39, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- Silav @KelêÛxelfetî Îmana min ji kesên mîna te diçe. [1] [2] Ji xeynî kurdîkirina tiştên ku min nedîtiye, ti guhartina te kêrî tiştekî nayên. Dîsa jî spas bo hin sererastkirinên te. Min ji bo xeletiyên te yên biçûk ti tişt negotiye. Rexneyên min wergerandina makîneyê ya bêsererastkirin e.
- Bi inglîzî "second Speaker of the Turkish Parliament" tê maneya "serokê meclîsa Tirkiyêyê yê duyem". "Serokatî" meqam e ne kesek.
- Alban û arnawût hevmane ne loma ne hewceyî guhartinê ye.
- -îy li ser wîkîpediyayê wek -iy nivîsin. bnr WP:Şêwaz
- "Turkish ambassador to France in Paris" tê maneya "balyozê Tirkiyê yê li Fransayê li Parîsê". Dikarî wek "balyozê Tirkiyeyê yê li Fransayê li Parîsê" yan "balyozê Tirkiyê yê li Fransayê di Parîsê de" jî bi kar bînî. lê belê "balyozê Tirkiye" xelet e.
- te careke {{çi?}} bi kar aniye, li vir tenê zmîna xelet e ew jî bêhemdî min pê li herfa "z"ê kiriye. Lê dîsa jî min nivîsa xwe wek "Lê dema hikûmetê dît ku ev partiya muxalefetê piştgirî dide îslamîstan, partî neqanûnî hatiye ragihandin û girtin, rewşeke mîna ya Partiya Pêşverû ya Komarî ku di sala 1924an de çend meh dom kiribû." guhart ji bo têgihiştineke hêsantir.
- Te "Wezîrê Edaletê" kiriye "Wezîrê mafî". Ew jî xelet e. Justice Minister li Tirkiyeyê wek Wezîrê Edaletê tê zanîn.
- Herwiha "siyaset" peyveke mê ye. Wekî "siyaseteke" tê tewandin.
- --Balyozxane (gotûbêj). 11:20, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Min ne bi xeletiyên te dikeniyam, lê bi standarda dualî li vir, ku tu bi devkî xeletiyan nîşanî yên din dikî, lê bi xwe wan dikî. Ez ê kêfxweş bibim ku li wir alîkariya we bikim. Ji xeynî xala 6an te hemû xal rast girtine, "Edalet" bi kurdî tê maneya "Dad" yan jî "mafî". "Edalet" tune ye û versiyona tirkî ye. —Silav KelêÛxelfetî (gotûbêj) 11:26, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- @KelêÛxelfetî Bira xêra xwe tu jî nijadperestiya peyvan neke. Edalet peyveke kurdî ye ku ji erebî hatiye. Ji mêj ve ye di kurdî de tê bikaranîn û ne hewce ye bikî Dad yan tiştekî din. Ger te ew guhartin bi niyeteke baş kiribin, kêfa min gelek jê bihata, lê mixabin te tenê ji bo henekan tiştekî wisa kir. Dîsa jî ger niyeta te hebe û baweriya te bi kurdiya xwe hebe, tu dikarî gotarên min ên Girê mirazan û Pêşdîrok jî sererast bikî, ez ê gelek kêfxweş bim. Lê belê ji kerema xwe re guhartinên bêsedem meke û hay ji qaîdeyên rêzimanî hebe. Spas --Balyozxane (gotûbêj). 11:35, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- PS. @KelêÛxelfetî Ez ji xebatên te yên dawîn gelek kêfxweş im. Ger te di destpêkê de wisa bixebita, ti pirsgirêkeke me çênebûya Destxweş! --Balyozxane (gotûbêj). 12:16, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Mecaristan
Silav hevalê @Balyozxane: . Belkî tu dizanî ku sernavê gotara Macaristan hat wek Mecaristan guherandin . Lê dîsa jî di agahîdank a gotara Zimanê mecarî de navê welat wekî Macaristan hatiye tomarkirin. Min bê serkeftî dixwast wê biguherînim . Gelo tu dikarî wê çewtî sererast bikî ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 23:25, 29 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- Silav @Avestaboy Çêbû --Balyozxane (gotûbêj). 23:29, 29 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- Herwiha bo agahdariyê @Avestaboy dema tiştek di nav {{nivîs}} dibînî, bi gelemperî tê vê maneyê ku ew şablonek e. Mînak di rûpela Zimanê Mecarî de dibêje Herêm {{HUN}}. Divê di qutiya lêgerînê Şablon:HUN binivîsî û lê bigerî. Tu yê herî rûpela şablonê. Li wir dikarî tiştên ku dixwazî biguherînî. --Balyozxane (gotûbêj). 23:32, 29 çiriya paşîn 2022 (UTC)
@Balyozxane:Spas ji bo alîkariya te. Şev baş ! Avestaboy (gotûbêj) 23:42, 29 çiriya paşîn 2022 (UTC)
MIKAEELL
Hello. Can you check other creations of MIKAEELL? They all look like spam to me but I'm not sure. Styyx (gotûbêj) 19:30, 3 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Hi @Styyx Thanks for your attention. Seems like he has some sort of SEO work going on. Please delete all his contributions. They are pure spam. --Balyozxane (gotûbêj). 19:38, 3 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- Yeah, all nuked. They also created some on other wikis as well (which I've deleted now). Also requested a global lock. Thanks. Styyx (gotûbêj) 19:58, 3 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Kategoriya Modelên norwêcî
Silav ! @Balyozxane: Min dixwest çend kategoriyên nû çêkim. Mixabin min bi şaşî ew di kategoriya çewt a Wîkîdane de tomar kir. Gelo tu dikarî vê çewtî sererast bikî ? Silav û rez https://m.wikidata.org/wiki/Q7209747 Avestaboy (gotûbêj) 16:18, 10 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- @Avestaboy Çêbû --Balyozxane (gotûbêj). 16:20, 10 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- @Avestaboy Wek agahdarî: li herî jêr a rûpelê dibêje "Sermase" (ew ê biguhere û dê bibe Xuyakirina sermaseyê di demekê nêz de) Pê li "Sermase" bike û carinan rûpela sermaseyê bi kar bîne, bi taybetî li ser wîkîdaneyê bikaranîn hêsantir dibe. --Balyozxane (gotûbêj). 16:28, 10 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Dîlan Xoşnaw
Silav hevalê @Balyozxane: Min ji bo gotara Dîlan Xoşnaw rûpela Wîkîdaneyê çê kir . Gelo tu dikarî wêneyê gotarê li ser Wîkîdane tomar bikî ? Di heman demê de, me navê li jorê wêneyê çewt nivîsand. Dengê Amerîka di malpera xwe de rastnivîsa Khoshnaw bikar tîne. Lê bi kurdî wek Dîlan Xoşnaw û li qada navneteweyî jî wek " Dilan Koshnaw " tê nivîsandin https://m.wikidata.org/wiki/Q115665903 Avestaboy (gotûbêj) 11:17, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Zanîngeha Dihokê
Silav hevalê @Balyozxane: Aniha sernavê gotar Zankoya Duhokê ye . Min aniha dît ku malpera wan bi înglîzî ye . Bi dîtina min standartkirina wek Zanîngeha Dihokê çêtir e . Peyva Zanîngeh ji peyva zanko zêdetir tê bikaranîn. https://m.youtube.com/watch?v=WHpyB1gJF3g Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 18:36, 13 kanûna pêşîn 2022 (UTC)