Tirşika loviya spî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tirşika loviya spî, lololovî, hêyavka fasûliya spî cure hêyavkek ji koma xwarinên quşxaneyê ye. Di pêjgeha kurd, ermenî, romî (tirk), Îran, gurcî û ereban de gelek cureyên wê tên zanîn û xwarin.

Ji loviyê re lobî, lowî, fasûlî jî dibêjin. Lovî him bi hêşînî tê bikaranîn, him jî loviya spî ji dan û dûyê ye.

Lololovî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev ne nav e lê mirov dikare bo navê vê xwarinê jî bikarbîne. Melayê Meşûr tematî kiriye, ji garson û berkarên aşxaneyê re gotiye "bila erzan be bila qet jî goşt tê de nebe, ji min re tirşika loviya spî bîne".

Garson badiyeke mezin tijî loviya dan û dûkî kiriye, aniye daniye ber. Mele mecbûrî xwariye. Ji Bidlîsê tê diçe Sêrtê. Di rê de zikêşê ketiye, har gavekê carê ba li ber dikeve. Dibêje "lo lo lovî, tu li min q..ê biqetînî jî, pa wele, ez ê te dîsa bixwin."

Ango mele pirr jê hezdikiriye. Goşt di nav de nebe jî ev xwarin bitehm e. Carnan di civatan de gava behsa loviyê tê kirin, Mela Meşûr jî tê bibîranîn. Lovî dikare di mîdeyê de gazê çêbike.

Gelek terîfeyên vê xwarînê hene.

Berkeliya terîfeya bigoşt a Xerzanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 300 gr goştê tîkekirî yê bi hestî
  • 2 stekan (qedeh) loviya spî ango fasûliya dan û dûkî
  • 1 serî pîvaz
  • 4 KX (kevçiya xwarinê) rûnê tîr (margarîn)
  • 2 KX mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor)
  • 1 heb fringî (bacanê sor, tomatos)
  • 4 dd (dendik) sîr
  • Xwê (sol, solin)
  • Li ser daxwazê biharbêhn
  • 2 heb îsota dirêj a sor û tûj (no)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Loviyên xwe şevekê berê têxin avê, nermijî bikin. Nivenîv bikelînin. Ango ne kêm, ne jî pirr. Pîvaza ziravhûrkirî, tîkegoşt di nava rûn de tê biraştin. Merge dikeve navê, tê tevdan, 2 stekan av tê ser û dihêlin bikele.

Loviyên xaşandî yan nîvenîv hatiye kelandin bersin ser goşt, tiliyek ser re avê berdinê bikelînin. Heger ava wê têr nekir, dikarin lê zêde bikin.

Îsot, sîr, firingiya tîkekirî jî tevlî dikin û bi hev re bi qasî 10-15 deqeyan dikelînin. Xwêya xwe kontrol bikin. Êdî dikare were ser destexaneye (sifre).