Tirgewer (gundistan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Tirgewer hat beralîkirin)

Gundistana Mirgewer navê herêmeke gundistanî ye li Nahiyeya Silîvanayê ku bi Navçeya Ûrmiye ve girêdayî ye. Herêm dikeve parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Rojhilata Kurdistanê

Giştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tirgewer herêmeke Urmiyê ye. Li 'eslê da navê wê herêmê Tergewere, lê belê hindek cara bi xeletî Tirgewer jî dibêjinê. Herêma Tergewer ketiye rojawa yê bajarê Urmiyê.

Tergewer û Mergewer du navêt Kurdîne. Tergewer li ser çar rûbarêt bi navêt Beresor, Erzîn, Derbend û Embê, ku li wê navçê (herêmê) derbas dibin, bi navê Gewera ter (û ne ya hişk) yê navdar bûy. Mergewr jî bi navê Gewera ku gelek mer (yanî pez) lê dihête xwedan kirin bi Mergewer yê hatiye navdar bûn.

Li dewrê gelek berê ew her du navçeye ji bin destê mîrgehêt Kurdêt Şemzîna û Hekariyê bûne.

Ansiklopediya îslamê dibêjît, bigotina Alemi-Arayê-’Ebasî, dewrê Şah Tehmasibê Sefevî (1524 - 1576 zayînî) navça Mergewer û Tergewer dabûne Qere Tajdînê Kurd li ’eşîra Biradostî.

Şah Ebasê Sefavî Tergewer dabû Emîr Xanê navdar û lê belê ew paşi 7 sala ĥakimiya Urmiyê şoriş kir û li sala 1610-ê zayînî hate kuştin.

Bigotina Minorsky, pêş hatina Begzada bo navça Deşta Mergewer û Tergewer, beşek li Mîrêt Hesenvahî li wêderê ĥikim dikirin û dijîn. Mexseda Mînorsky ‘eşîra Biradostiya ye. Ewi ‘eşîra Biradostî çoqek li binamala mîrêt Hesenwayhidi yê nasî

Bigotina Minorsky, Kalandar Beg (Qelender Beg) li Berde Suri (Beresori) hikim dikir. Qelender Beg koka Begzadêt Urmiyê, li sala 1562-ê zayînî, li dûwahiya dewrê Şa Ŧehmasib ê Sefevî ķelata Beresori awa yê kiri.

Bilî ķelata Beresori, ķelata Kelêge, ķelata Cêrmê û ķelata Pîreşt jî li Tergewer hebûne.

Bigotina Mîrza Reşîdi Edîb-ol-Şo’era, li dewrê Şa Soltan Miĥemedê Sefevî (“Şa Mihemedi Xweda Bendê“ 1577-1587-ê zayînî, babê Şa ’Ebas I), Tergewer bin destê Mîrê kurda ’Emer Begê Mêhranî bûye.

Bigotina Vasilie Nikitine li kiteba Ansiklopediya Islamê Bîglerbîg ê Efşara li dewrê Şa ’Ebasê I (yêkê) Sefevî (1587 – 1629 zayînî) demê Mîr Imadedîn li Şemzîna hatiye Urmiyê her du navçêt Tergewer û Deştê (Beresori) dane Mîr ‘Imadedîni, li gundê Erzînê li navça Tergewer heta Sêgirkan û Girik-Nasiri li Mergewer, ku 62 gund bûn.

Li sala 2006-ê zayînî, 3 li wan gunda li navça Mergewer in (Sêgirkan, Giriknasir û Nêrgi), 3 li navça Berandizê ne (Corni, Çereş û Mendedol) û sê li navça Rozê ne (Xelifetan, Kanîye Sipî û Kanîqizan). Li wan gunda 7 yêt ķavil bûy (Cêrmê, Bêtkar, Sêvikê, Rezga nik Beresori, Keçele Misto, Şalûna û Kelêge) û yêk jî paşi hingî yê awabûy (Helefele). Herweto paşi çêkirina awbenda rubarê Beresori 4 gundêt dîjî yêt ķavil bûy (Mîrawa, Xirê, Dolepêsan û Pîrhedî).

Navça Deştê yê li navbenda navçêt Tergewer û Mergewer da, lê belê Kurd navça Deştê qet bi kar naînin û li wê navçe pişkek kêm li ser Mergewer û pişkek zor jî li ser Tergewer hesab diken. Li rastî da navça Deştê tinê li nav Îraniya yê hatiye baskirin û bikar anîn. Ber wêhindê nivîskarêt Kurd navça Deştê yan li gel Deştebêlê yan jî li gel Serdeştê tewîhew diken. Ew navçe carcar li dîrokê da bi navça Beresori jî yê hatiye baskirin.

Dr. (Doktor) Joseph Cochran (Kakrani), misîonerê Emrîkî li Urmiyê, yê goti ku serokêt Kurdêt navçêt Tergewer û Deştê hêzek zor nînin, lê belê, car li dû carê da, ewan aşkera şorişêt çekdarane li hember dewleta Îranê yêt bi rê êxisti û her car ķelat û sitarêt wan li çiya yêt hatiye xirab û wêran kirin û cezayêt giran ji bo wan yêt hatiye danan.

Kurdêt Begzadêt serokêt Tergewer û Mîrêt Beresori (Deştê) li 1760-ê heta 1965-ê ewe bûne:

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tirgewer jî li rex Mirgewer e û navê xwe li ermenî girtiye. Têr di ermenî de bi çend wateyan hatiye. a. Têr wate xuda. ev nave dibe ku di gel Tîr xudayê Farsîyan yan jî yê Îraniyên kevin yek kok hebe. Bi vê wateyê Têrgewer dibe navçeya Tîrê. Dij bi navê Margewer kû dibe navçeya Mêhrê. Helbet dibe ku Mir di gel Mêhr xudayê rojê û mêhrperestan yek be. Ku bi vê wateyê Mirgewer dibe navçeya xudayê Mêhr û Tirgewer dibe navçeya xudayê Tîr. Navên Tîrdad û Mêhrdad jî ku du şahên Eşkanî û him jî dû fermandarên Ermenistanê di wê serdemê bûn, her ev xudayane hildigirin: Bi wateya Tîrdayî û Mêhrdayî. Eger em vê bipejirînin dîroka van navçeyan gelek kûr diçe. Bi cîye ku bêjim di wê serdemê de Ermenistan ne bes bi qasî Ermenistana niha bû. Binêrin bi neqşeya ermenistanê di dîrokê de. b. Têr wate dûr. Ev bêje di gel dûr a Îranî, Tele a latînî û yewnanî, far yan feor a Jêrmanî yek kok heye. Bi vê wateyê Tirgewer dibe navçeya dûr. Pêdiviye bêjim ku merc di ermenî de yanî nêz û têr yanî dûr. Eger em vê wateyê bipejirînin Mirgewer jî dibe navçeya nêz. Dûr yan nêz bûn li çi? bixwe ciyê pirsê ye. Her weku hun dizanin Nêrgî di serdema Urartûya de bajarokek biçûk bûye ku Îşpûînî kurê Sardûrî di ketibeyekî de behs lê dike. Ev nîşan dide ku Nêrgî vê serdemê de navendek girîng bûye. Belku dûr ya nêz bûn bigere bi vî gundî.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mistefa Beg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mistefa Beg heta sala 1789-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, ku wê salê li gel Îraniya li şer da bû û bi destê 'ecema hate kuştin. Serêt biriyêt Mistefa Beg û Qadir Begê serokê Herkiya ku li gel Mistefa Beg hatibû kuştin, 3 roja li ber derê mizgewta Bazarbaşa Urmiyê, 'ecem didanêne pêşangehê. Dîwarê şûra bajêrê Urmiyê bi bêgarî, li êxsîrêt Tergewer û Beresori didene çêkirin.

Birahîm Xanê I[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birahîm Xanê I heta navbenda sala 1810-1814-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye.

Mîremadîn (Mîr ’Imadedîn II )[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîremadîn kurê Qelender Begê II bûye û heta sala 1844-ê Mîrê Beresori û Tergewer bûye.

Mîrê Rewandizê Mîr Miĥemed Paşa fermana girtina herêmêt Mukriya û Lacanê (Pîranşarê) dabû serdarê xwe Şa Murad Beg, û ewi jî heta Nexede girtibû destê xwe.

Li sala 1832-ê zayînî Kurdêt Deşt û Tergewer li gel Kurdêt Serdeşt, Şino, Soma û Biradosta pêkwe, bo alîgiriya Şa Murad Begê serdarê Rewandizê, şorişek mezin kirin.

’Elî Eşref Beg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

’Elî Eşref Beg heta sala 1855-ê Mîrê Beresori û Tergewer bûye.

’Elî Eşref Beg têkeli şorişa Bedir Xan Beg bû. Nûrula Begê Mîrê Hekariyê, ku yêk li hevkar û alîgirêt Mîr Bedirxan Begê Botanê bû, paşi têkçona Mîr Bedirxan Beg li sala 1846-ê du sala, li sala 1848-ê zayînî, dewam da şorişê. Lê belê li dumahîkê ewi taba artêşa Osmaniya ne anî û li dewrê ’Elî Eşref Beg pena bo Beresori îna. ’Elî Eşref Beg şerek zor li ser Nûrula Beg li gel Îraniya kir.

Perev Xan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perev Xan heta sala 1857-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, li gel Îraniya da şer da bû û bi destê wan hate girtin.

Cirikow Perev Xani mîrê Somayê dizanît û bigotina wi Perev Xani li sala 1851-ê Biradosta, li bakurê Tergewer, yê girtîye bidestê xwe.

Hesen Beg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hesen Beg kurê Mîremadîni û heta sala 1883-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, hevkar û bûrayê Şex Ubeydula bû ku arîkariya şorişa wi kir û paşi şorişê 3 sala dewan da şorişê û paşi 3 sala şerê li gel Îraniya hate girtin û li girtîgeha 'ecema da li sala 1883-ê hate jehir dan û koça duwahî kir.

Mîrĥac Beg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîrĥac Beg kurê mezinê Hesen Beg, heta sala 1906-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye. Dewrê wi birayêt wi li hember Îranê şoriş kirin. Xalfîn li kitêba xwe da dibêjît: Duway awarekirina Şêx Ubeydula, li Kurdistana Îranê li dehsalêt ĥeştê (80) li sedsalêt 19-ê da şorişa hêzêt Kurda û şerê wan li gel hêzêt Îranî hêşta duwahî nehatibû, bitaybet salêt 1886 ĥeta 1888-ê. Xalfîni herweto yê goti: Hasso Beg (gel Hisên Beg bûye) û Bedrî Beg (gel Bedirxan Beg bûye), kurêt Hesen Begê serokê hêzêt Deştê, ku babê wan li girtîgeha Îranê jîyana xwe li dest dabû, hêzek pêkwe înan û dest hawêtne şer û hêrişê li ser hêzêt Îranê û tirsek zor êxistine nav dilê ĥakimê Urmiyê.

Yêk li bûyerên dewrê Mîrĥac Beg Mîrê Beresori (Tergewer û Deştê) çêbûna gera Dêrê bûye. Li meha gulana sala 1896-ê li dangu gundê Dêrê çiya hilweşiya û qolupî ber rûbarê Erzînê û 8 roja ava rûbari pengorî. Paşî xelkê gundê Dêrê ber wê ku av gundê wan neraket berayîka avê kolan, ku ew ava pengurî weresiya û dar li reheve li bax û baxçêt li ser rêyê derêxistin, parêz, zevî û dirang jorda şoştin û 5 gundêt li qeraxa rubari li deşta Urmiyê wêran kirin. Li ava pengorî golek (gerek) çê bû, ku paşi 111 sala hêşta jî yê may. Ew gere nêzîkî yêk hiktara gewreye!

Gorgîn Beg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorgîn Beg kurê Hisên Beg û birazayê Mîrĥac Beg, ku bi navêt Sertîp, ber wê ku dereca sertîpiyê li dewleta Îranê wergirtibû, Qurto Beg û Kurdo Beg jî navdar bibû heta sala 1917-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye. Dewrê Gorgîn Beg kurdêt Tergewer û Beresori li gel Asuriya, Misîonerêt Emrîkî ber wê ku aliyê Asuriya digirtin, Urisa ew jî her li ser Asuriya û dewleta Îranê, şer da bûn!

Nurî Beg[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nurî Beg birayê Gorgîn Beg, heta sala 1965-ê zayînî Mîrê Beresori û Tergewer bûye, arîkariya şorişa Simayil Axa Simko û Komara Mehabadê kir, Li komara Mehabadê dereca Serhengiyê hebû û yêk li wan serokêt kurda bû ku ser li Baku yê day. Paşi komara Mihabadê li gel Mela Mistefa Barzanî şer hat û çend çekdar li her dû aliya hatine kuştin.

Gundên Tirgewerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mavane (موانا)
  • Enbê (انبی)
  • Têbetan (تیباتان)
  • Tulekî (تولکی)
  • Şêxşemzîn (شیخ شمزین)
  • Şêban (شیبان)
  • Balûlan (بالولان)
  • Halûlan (هالولان)
  • Xaneqa (خانقاه)
  • Avdî (آودی)
  • Hekê (حکی)
  • Kurane (کوانه)
  • Talîn (طالین)
  • Bozîn (بوزین)
  • Girdebilêj (گرده بلیج)
  • Dobire (دوبره)
  • Kerîmava (کریم آباد)
  • Erzîn (ارزین)
  • Pêsan (پسان)
  • Kelankanî (کلان کانی)
  • Banî (بانی)
  • Soreban (سوربانی)
  • Bêsirk (بصریک)
  • Elbîra (اربیلان)