Tolika Bavê Seyro
Tolika Bavê Seyro, birinca bi tolikê, bi rizê (birinc) tê kelandin. Di pêjgeha kurd de cihê pincarên biharê gelek e û herwiha yê tolik (pincar)ê jî.
Standarda vê xwarinê nîne, lê heger riz û tolik nebin, nabe "tolika bavê Seyro". Heger sebze yan biharbêhneke din lê bê zêdekirin jê re dibêjin "tolika bi birincê ya filan sebze/biharatê".
Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 2 KX (kevçiyê xwarinê) riz
- 1 heb kartol
- 1/2 lîmon (ava wê)
- 1 KÇ (kevçiyê çayê) rûnê ron (rûnê zeytê yan gulberojê ûêd)
- Xwê (solin)
- Hindik şekirê toz
- 1 baq tolik (pincar)
- 2 serî pîvaz
- 1 heb gizêr
Ravek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tolikê pakij bişon, mezin hûr bikin. Bi tevî pîvaza hûrkirî berdin nava quşxane, verok, kilince, rûnbirêşkeke kûr yan beroşê, bidin ser agir.
Kartol, riz û gizêrê jî tevlî bikin, bi qasî 3-4 deqeyan biqelînin. 2 SA ava şîregerm berdin navê, xwê, şekirê toz, ava lîmonê jî û bi qasî 20-30 deqeyan bikelînin. Bi germî yan li ser daxwazê, sarî bînin ser destexaneyê (sifre).