Trênên yekrakêş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Treneke yekrakêş bi du vagonan li Calau

Trenên yekrakêş, trenên lokomotîvên wan guhêzbar in, cureyek ji trenan e. Lokomotîv û vagon ne bi hevûdu re ne, cuda ne. Li ser daxwazê kêm an zêde vagon bi lokomotîvê ve tên girêdan û kişandin. Lokomotîv dikişîne yan tehm dide, bi pêşî yan paşiya vagonan ve tê girêdan.

Mirov dikare bêje ku trenên klasîk yekrakêş bûn. Hin tren hene bi du lokomotîvên seyar in ku ev jî dikevin beşa trenên yekrakêş lewre, di dema hereketê de tenê yek lokomotîvek dixebite.