Troleybus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Electromote in Berlin, 1882
Troleybus, salên 1940'î li Eberswalde, Almanya
Troleybus

Troleybus (bi inglîzî: trolley-bus), otobusa hilawistî bus an otobusa bi xeta elekrîkê ve girêdayî dixebite ye.

Motorên wan bi elektrîkê dixebitin û ji jor ve bi du kabloyên elektrîkê, girêdayî ne. Ji ber ku ev bus bi pêçkeyan in, mecbûr e ji du kabloyan enerjiyê bigire, lewra pêçke vedora karebayê (elektrîkê) asteng dikin.

Yekem troleybus di 29'ê avrêlê sala 1882'yê li Berlinê hatiye bikaranîn. Ji vê sîstemê re Ernst Werner Siemen, elektromote gotiye. Li Kurdistanê nînin. Tê gotin, ji ber ku ev otobus mecbûr in li ser banekê biajon û derfeta wan a menawerayê kêm e, ne bikêr in.