Otobus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
DiBus, ango busa dibistanê.
Benz-Omnibus, 1896

Otobus an bi kurtî bus (bi fransî: autobus, bus – ji bi latînî: omnibus "bo hemiyan") otoyeke mezin a veguhastinê ye. Li Kurdistanê otoya sereke ya veguhastina di navbera bajaran de ye. Li Ewropa û gelek cihan veguhastin li ser rêhesinê, bi trênan tên kirin, ango giranî li ser trênan e. Lê li welatên xizan, ji ber ku banên rêhesinê nînin an kêm in, giraniya veguhastinê dikeve ser otobusan.

Navê wê ji ku tê?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêjeya latînî omnibus di wateya bo hemiyan de ye. Beriya motor bên bikaranîn, veguhastin bi ambûrên mezin ên ajalên malê dikişînin dihatin kirin.

Bazirganeke fransî bi navê Omnes di reklamên xwe de „Omnes omnibus – Omnes bo hemiyan“ bikaraniye. Ango xwestiye bêje "ez Omnes di xizmeta we hemiyan de me". Xwediyê fîrmaya karê veguhastinê dike Baudry sala 1825'ê ambûra xwe ya veguhastinê bi navê omnibus binavdike. Ev nav wisa dimîne.

Dema motorên bi petrolê dixebitin derdikevin, navê busan îcar dibe otobus (ambûra bi xwe diajo). Busên bi hespan dihatin kişandin cihê xwe ji otobusan re dihêlin.

Cureyên sereke yên omnîbusan (otobus)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferhengoka bus û busbanê (xeta busê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Îstgeha busê
  • Busban, xeta busê, bana busê
  • Ajoker, ajovanê busê
  • Frêna hawarê, dema xetere hebin pêlê dikin
  • Kursiyên otobusê, kursîpalek jî dibin
  • Korîdora otobusê, dehlîza navbera kursiyan de
  • Dîreksiyona otobusê, badoka busê
  • Qutiya bilêtê, qutiya bilêt dikinê
  • Bişkovka peyabûnê, dema bixwazin peyabin pêlê dikin
  • Hilawestekên pêgirtinê, bendikên ku rêwiyên li ser piyan in pê digirin