Metrobus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Li Helsinki
Metrobusek busveserî

Metrobus, busa ser banê, BSB, busa ser bana (xeta) taybet veguhastina rêwiyan dike ye. Bêje ji zimanê romî (tirkî) derbasê kurdî bûye ku wan jî ev jê bêjeyên metro û busê çêkirine.

Metrobus him navê busa bi vê sazûmaniyê dixebite ye, him jî sazûmanî bi xwe ye. Bus li ser pêçkeyan diajo. Li Kurdistanê nînin. Dûrayiya di navbera îstgehan, ji yên din mezintir e. Ji otobus, busveseran pirrtir rêwiyan digirin.

Ji ber ku li ser bana (xeta) xwe ya taybet diajon, qezayê çûnehatê jî kêmtir dikin. Hin ji wan di forma otobusan, hin jî di ya busveseran de ne. Li hin welatan bêî ajoker diajon.

Cara berê li bajarê Runcorn a Brîtanyayê, di salên 1950'yê de metrobus hatine xebitandin. Di salên 1960'î de sîstema îro heye hatiye rûniştin. Bi îngilîzî jê re Bus-Rapid-Transit-System dibêjin. Îro li Adelaide, Brisbane, Bogotá , Ottawa, Jakarta û Stenbolê banên taybet ên metrobusê hene.