Tuncer Bakırhan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tuncer Bakırhan
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Kayadibi (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Uludağ ya Bursayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiyên siyasî

Tuncer Bakırhan (jdb. 1970, Cilawûz, Qers, Bakurê Kurdistanê) aborînas û siyasetmedarekî kurde û serokê berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DEHAP) û şaredarê berê ya Sêrtê bû. Tuncer Bakirhan li gel Tülay Hatimoğulları Oruç re hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tuncer Bakırhan di sala 1970an de li gundê Gamira navçeya Cilawûz a bi ser parêzgeha Qersê ve hatiye dinyaye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Qersê xwendiye û li Zanîngeha Uludağê Beşa Aborî û Yekineyên Îdarî xwendiye. Di dema xwendekariya xwe yê zanîngehê de li Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Uludagê xebatên xwe yên siyasî di dema xwendina xwe yê zanîngehê didomîne. Di vê heyamê de bi hinceta propagandaya PKKê ji aliyê dadgeha tirk ve cezayê girtîgehê lê tê birîn û di girtîgehê de dimîne.[1]

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tuncer Bakırhan di sala 1989an de dest bi tevlîbûna nava baskê ciwanan ê Partiya Kedê ya Gel (HEP) dike û di hilbijartina herêmî ya 1999an de bûye namzetê Qersê lê di vê hilbijartinê de nayê hilbijartin. Paşê ji bo parêzgeha Qersê wek serokê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) hatiye hilbijartin. Piştî ku HADEP di sala 2003an de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin Bakırhan tevlî Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ê dibe.[2]

Di hezîrana sala 2003an de di duyemîn kongreya partiyê ya awarte de wekê serokê DEHAPê hatiye hilbijartin.[3] Di hilbijartinên parlameterî ya sala 2002an de partiya wî li herêma xwe ya hilbijartinê herî zêde deng wergirt lê ji ber ku partiyê benda hilbijartin a giştî derbas nabe parlamenterên partiyê nayên hilbijartin.[4][5] Di bin serokatiya wî de, partiyê kampanyayeke aştiyê ji bo nakokiyên di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de da destpêkirin û wî daxwaza efûyeke giştî ji bo endamên PKKê dike ku siyasetmedarên ku bi hinceta PKKê hatibûn girtin bi hêsanî beşdarî proseya siyasî bibin.[6] Piştî DEHAP di mijdara sala 2005an de xwe fesh dike û pişt re jî tevlî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) dibe Bakırhan dibe cîgirê serokê DTPê.[7][8] Di hilbijartinên herêmî yên 2009an de dibe namzetê DTPê yê navçeya Esenyurta Stembolê lê neyê hilbijartin.

Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014an de ji bo Şaredariya Sêrtê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatiye hilbijartin.[9] Di mijdara sala 2016an de ji aliyê wezareta karên hundira tirk ve wezîfeya wî jê tê sitandin û di heman rojê de tê binçavkirin.[10] Di 16ê kanûna 2016an de ji aliyê dadgeha tirk ve hat girtin û di tîrmeha sala 2018an de bi hinceta endamtiya PKKê û propagandaya PKKê 10 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.[11] Beriya ku bê berdan 2 sal û 11 meh di girtîgeha de dimîne.[12]

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di îlona sala 2021an de ji ber girtina Bakirhan 10 hezar euro cezayê diravî li dewleta tirk dibire.[13]

Di hilbijartinên parlementoyê ya gulana sala 2023an de ji bo parlementerê Partiya Çep a Kesk (YSP) (DEM Partiya niha) ya Sêrtê wekî parlamenter hatiye hilbijartin.[14] Di 15ê cotmeha sala 2023an de ligel Tülay Hatimoğulları Oruç re wekê hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) hatiye hilbijartin.[15]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Tuncer Bakırhan Kimdir? - Tuncer Bakırhan Hayatı ve Biyografisi". Haberler (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "Tuncer Bakırhan: Kürtlerin Yüzyıllık Yalnızlığı Sona Eriyor". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  3. ^ "1990'dan Bugüne, HEP'ten DTP'ye Kürtlerin Zorlu Siyaset Mücadelesi". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  4. ^ Şafak, Yeni (17 çiriya pêşîn 2023). "Kars Seçim Sonuçları Genel Seçim Sonuçları - 2002". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  5. ^ "Tuncer Bakırhan Kimdir? - Tuncer Bakırhan Hayatı ve Biyografisi". Haberler (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  6. ^ Olson, Robert William (2005). The goat and the butcher: nationalism and state formation in Kurdistan-Iraq since the Iraqi war. Kurdish studies series. Costa Mesa ( Calif.): Mazda publish. ISBN 978-1-56859-186-5.
  7. ^ Refugees, United Nations High Commissioner for. "Refworld | Turkey: Situation and treatment of members, supporters and sympathizers of the Democratic Society Party (DTP) (2006-2007)". Refworld (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  8. ^ "Turkey". U.S. Department of State. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  9. ^ Şafak, Yeni (17 çiriya pêşîn 2023). "Siirt Seçim Sonuçları – Yerel Seçim Sonuçları Siirt Yerel Seçim sonuçları". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  10. ^ "Almost All Party Chairs Served Jail Term". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  11. ^ "VIET NAM: ACTIVIST GIVEN DISGRACEFUL 12-YEAR JAIL SENTENCE MUST BE RELEASED". Human Rights Documents Online. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  12. ^ English, Duvar (14 îlon 2021). "Top Europe rights court fines Turkey over Kurdish ex-mayor's imprisonment" (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  13. ^ "HUDOC - European Court of Human Rights". hudoc.echr.coe.int. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  14. ^ Şafak, Yeni (17 çiriya pêşîn 2023). "Siirt Election Results - 2023 General Elections Siirt Vote Shares | LIVE". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.
  15. ^ "HEDEP eş genel başkanlarını seçti: Tülay Hatimoğulları Oruç ve Tuncer Bakırhan - Diken". www.diken.com.tr (bi tirkî). 15 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2023.