Selim Sadak
Selim Sadak (jdb. 1954, Hezex, parêzgeha Şirnex, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd e.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Selim Sadak di sala 1954an de li Hezexê ji dayik bûye. Sadak di Enstîtûya Zanîstî a Amedê beşa matematîk xwendiye. Sadak zewicî ye û deh zarokên wî hene.[1]
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di hilbijartinên giştî yên parlemana Tirkiyeyê ya sala 1991an de, bi Leyla Zana, Mahmut Alinak, Hatîb Dicle, Orhan Dogan, Ahmet Türk, Sırrı Sakık û Sedat Yurtdaş re wekê parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat a Populîst (SHP) de hatine hilbijartin. Di adara sala 1994an de parêzbendiya parlamenteriyê ji Selim Sadak, Orhan Dogan, Hatîb Dicle û Leyla Zana ji hatiye standin û di 16ê hezîrana sala 1994an de Partiya Demokrasiyê (DEP) ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin û Selim Sadak tevî endamên din ên wê partiyê bêsedem hatine girtin.[2] Li ser biryara Dadgeha Ewlekariya Dewletê di sala 1994an de 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn (ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ev binpêkirina mafên mirovan ye).[3] Di nîsana 2004an de, parlementa ewropî girtina Sadak şermezar kir û bi biryarekê hêviya betalkirina ceza kir.[4] Di hezîrana 2004an de bi biryara Dadgeha Temyîzê ya Tirkiyê hat berdan.[5]
Berdewamiya kariyera wî û lêpirsîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî ku Sadak ji girtîgehê derketiye di nav gundan gerîya û derfetên damezrandina partiyeke nû diceribîne.[6] Wê demê wî zehmet dît ku bêyî behsa Abdullah Öcalan partiyek kurdî nikare were damezrandin.[6] Sadak tevî Leyla Zana û Hatîb Dicle Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ava kir û di hilbijartinên herêmî yên di adara sala 2009an de ji sedî 49,4 ê dengan bi dest dixe û wekê namzetên DTPê de bûye şaredarê bajarê Sêrtê.[7]
Lêbelê di kanûna sala 2009an de, hikûmeta Tirkiyeyê DTP ji ber têkiliya bi Partiya Karkerên Kurdistanê re (bê îhtîmal) qedexe kir û Selim Sadak, Ahmet Türk, Aysel Tugluk, Leyla Zana û Nurettin Demirtaş 5 salan ji bo siyasetê hatine qedexekirin.[8] Di sala 2010an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeya Şaredariya Sêrtê hatiye dûrxistin, piştî ku ji sala 2008an de 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn, li dijî vê biryarê hate girtin. Piştre jî Lijneya Giştî ya Dadgehên Îdareya Dewletê biryara Wezareta Karên Hundir a ji kar avêtina Sadak betal kir û biryar da ku heta dawiya hikûma xwe wek şaredarê Sêrtê bimîne.[9][10]
Di 26ê nîsana 2010an de ji ber ku peyva Kurdistan bi kar aniye 1 sal cezayê girtîgehê û di salnameya 2010an de jî 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji ber ku nexşeya Kurdistan li ser kalenderê xwe de nîşan bû.[11]
Di tebaxa 2011an de li Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û piştre jî cezayê pereyan lê hat birîn (sedem naye zanin).[12]
Di 7ê cotmeha 2011an de ji ber axaftineke di sala 2007an de ku ji aliyê dewleta tirk wekî propagandaya terorê hat ragihandin, li Dadgeha Amedê salek û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.[13]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Selim Sadak kimdir?, Okimdir.com, Erişim Tarihi: 6 December 2008.
- ^ "Human rights of parliamentarians: 167th Council session". archive.ipu.org. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Texts adopted - Thursday, 22 April 2004 - Trial against Leyla Zana and others in Ankara - P5_TA(2004)0377". www.europarl.europa.eu. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2019.
- ^ "Texts adopted - Thursday, 22 April 2004 - Trial against Leyla Zana and others in Ankara - P5_TA(2004)0377". www.europarl.europa.eu. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2019.
- ^ "Leyla Zana, European Parliament's Sakharov Prize Winner of 1995" (PDF). Europarl. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2019.
- ^ a b Vick, Karl (6 çiriya pêşîn 2005). "As Turkey Reaches Out, Kurdish Politicians Look Back". Washington Post.
- ^ "PARTİ İL SEÇİM SONUÇLARI". secim.haberler.com. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2019.
- ^ "Turkey's Constitutional Court closes DTP - Hurriyet Daily News". Hürriyet Daily News. 7 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê di 7 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Turkey's Council of State overrules sacking of mayor over PKK propaganda". World Bulletin.
- ^ "Siirt mayor Sadak will not be removed". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2019.
- ^ "1 Year and 10 Months in Jail for Mayor Selim Sadak". Bianet. 28 nîsan 2010.
- ^ "Siirt Mayor Selim Sadak'a were sentenced to 5 months in prison". Haber Monitor. 14 tebax 2011. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2011.
- ^ "150 ans de prison pour trois députées kurdes dont Leyla Zana". Le Post. 13 çiriya pêşîn 2011. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2011.
Girêdanên Malper
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpera Selim Sadak Girêdana arşîvê 2009-03-24 li ser Wayback Machine