Tupac Shakur
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê jidayikbûnê |
Lesane Parish Crooks |
Nasnav |
2Pac, Makaveli, MC New York |
Hevwelatî | |
Cîwar |
Marin City (en), East Harlem (en), Kalîforniya, Las Vegas, Los Angeles, Manhattan (en), Pen Lucy (en) |
Perwerde | |
Pîşe |
Rapvan, strannivîs, aktor, helbestvan, çalakvan, lyricist, nivîskar, stranbêj |
Salên çalak |
- |
Bav | |
Dê |
Afeni Shakur (en) |
Xwişk û bira | |
Hevjîn |
Keisha Morris (d) (ji heta ) |
Xizm | |
Endamê | |
Labels | |
Şêweyên hunerê | |
Cezayê birrî | |
Ketiye girtîhê |
Clinton Correctional Facility (en) () |
Malper | |
Xelat | Lîsteya berfireh Soul Train Music Award for Best Rap Album (en) () MOBO Awards for Best Video (d) () Soul Train Music Award for Best R&B/Soul Album of the Year (en) () American Music Award for Favorite Rap/Hip-Hop Artist () Rock and Roll Hall of Fame (en) () |
Dîskografî |
Tupac Shakur discography (en) |
Tupac Amaru Shakur (jdb. 16ê hezîranê 1971an wek Lesane Parish Crooks, New York, DYA , m. 13ê îlonê 1996an, Las Vegas, DYA ), rapvan û lîstikvanek amerîkî bû û bi navên xwe yên dikê 2Pac û Makaveli jî dihat nasîn.
Ew wekî yek ji mezintirîn û bi bandortirîn rapperên hemî deman tê hesibandin.[1][2] Akademîsyen wî ne tenê wekî yek ji hunermendên muzîkê yên herî bibandor ê sedsala 20an dihesibînin, lê ew wî wek çalakvanekî siyasî yê navdar ji bo Amerîkaya Reş jî qebûl dikin.[3] Ji bilî kariyera xwe ya muzîkê, Shakur di gelek fîlman de rola sereke lîst û gelek helbest nivîsandin. Ew her wiha yek ji hunermendên muzîkê yên herî zêde têne firotin e û heta niha li seranserê cîhanê zêdetirî 75 mîlyon tomar firotiye.[4] Mijarên sereke yên stranên wî qala çareserkirina neheqiya civakî, pirsgirêkên siyasî, û marjînalkirina Afro-amerîkîyan dikin.[5][6] Ew di heman demê de bi stîla gangsta rap û stranên tundûtûj jî tê nasîn.[7]
Kurtejiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Shakur li New York City ji dayik bû. Dêûbavên wî hem çalakvanên siyasî û hem jî endamên partiya Black Panther bûn. Ew li cem diya xwe, Afeni Shakur, mezin bû, di sala 1984an wan mala xwe ber bi Baltimore barkirin, berî ku di sala 1988an de derbasî Bay Area li San Francisco bibin.[8][9]
Di sala 1991an de bi derxistina albûma xwe ya pêşîn 2Pacalypse Now, ew ji bo rap-a xwe ya hişmendî û gotinên rap-a siyasî bû kesayetek navendî di Hip-Hopa West Coast de.[8][9]
Shakur bi albûmên xwe yên Strictly 4 My N.I.G.G.A.Z... (1993) û Me Against the World (1995) him rexneyên erênî wergirt û him jî serkeftinên bazirganî ya pir-platînî bi dest xist.[10] Albûma wî ya All Eyez on Me (1996), ku ji muzîka gangsta rap pêk dihat, gihîşte asta Diamond.[11]
Ji bilî kariyera xwe ya muzîkê, Shakur di fîlmên cûrbicûe de lîst, wek Juice (1992), Poetic Justice (1993), Above the Rim (1994), Bullet (1996), Gridlock'd (1997), û Gang Related (1997).
Stranên herî navdar ên Shakur ev in: California Love, Changes, Dear Mama, Hail Mary, Keep Ya Head Up, Hit 'Em Up, Ambitionz az a Ridah, All Eyez on Me, Ghetto Gospel, Do for Love, So Many Tears, To Live & Die in L.A., How Do U Want It, 2 of Amerikaz Most Wanted, Brenda's Got A Baby û I Get Around.
Li kêleka kariyera xwe ya solo, Shakur beşek ji koma Thug Life bû û bi hunermendên mîna Snoop Dogg, Dr. Dre, û Outlawz re hevkarî kir.
Di dema kariyera xwe de, Shakur di lobiya stûdyoyek tomarkirinê ya New Yorkê de rastî êrîşa çekdarî hat û jê sax derket. Tevî vê yekê, wî gelek pirsgirêkên hiqûqî derbas kir û ket girtîgehê jî. Ji ber sûcên îstîsmara zayendî heşt meh di girtîgehê de ma, lê li benda îtiraza mehkûmkirina wî di sala 1995ê de hate berdan.[12]
Piştî serbestberdana wî, wî îmzeya xwe da şîrketa Death Row Records ya Marion "Suge" Knight. Pêşbaziya hip hop-ê ya East Coast - West Coast ji rûyê Shakur mezin bû.[13]
Di 7ê Îlona 1996an de, Shakur ji aliyê êrîşkarekî nenas ve ji hundirê otomobîlekê ve li Las Vegasê bi çar guleyan hat gulebarankirin û piştî şeş rojan li nexweşxaneyê mir. Notorious B.I.G., hevalê Shakur yê ku bûbû hevrikê wî, di destpêkê de ji ber dijminatiya wan a giştî wekî gumanbar hate hesibandin. Ew jî şeş meh şûnda li adara 1997ê, dema ku serdana Los Angelesê dikir, ji hundirê otomobîlekê ve bi gulebaranê hate kuştin.[14][15] Li ser kuştina wî, di 22ê îlona 1996an de, li Mizgefta Meryem lûtkeya aştiyê ji aliyê Louis Farrakhan ve hat lidarxistin.
Albûma Shakur ya Greatest Hits (1998) piştî mirina wî hate weşandin û yek ji neh albûmên hip hop-ê ye ku li DYAyê bi xelata Diamondê hatine xelat kirin.[16] Ji mirina Shakur û vir ve pênc albûmên din hatin weşandin: Ew bi navê wî Makaveli hatin derxistin û hemî li DYAyê gihîştin asta multî-platînum.[17]
Di sala 2002 de, Shakur xistin nav Hip Hop Hall of Fame.[18] Di sala 2017an de, ew ket hundirê Rock and Roll Hall of Fame. Rolling Stone Shakur wekî yek di lîsteya 100 Hunermendên Herî Mezin yê Hemî Deman (100 Greatest Artists of All Time) de cih girt.[19] Di sala 2023an de stêrkek bi navê wî li Hollywood Walk of Fame hate danîn.[20] Bandora wî di muzîk, aktîvîzm, stranbêjî û warên din ên çandê de bûye mijara lêkolînên akademîk.[21]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Reeves, Mosi (13 îlon 2016). "8 Ways Tupac Shakur Changed the World". Rolling Stone (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ "Tupac Shakur: The story of a rapper 'always meant for something great'". Sky News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ Ogbar, Jeffrey O. G. (16 hezîran 2017). "In Tupac's life, the struggles and triumphs of a generation". The Conversation (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ "Tupac blamed race in Madonna breakup letter" (bi îngilîziya brîtanî). 6 tîrmeh 2017. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ "Why Tupac is an Iconic Figure of Hip Hop Culture". gradozerobeats.com (bi îngilîziya amerîkî). 12 adar 2023. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ Thompson, Paul (10 sibat 2022). "Tupac Was Always Political". GQ (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ "The Takedown of Tupac | The New Yorker". web.archive.org. 7 çiriya paşîn 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya paşîn 2019. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b Jackson, Margaret (10 tîrmeh 2012). "Shakur, Tupac (Amaru)". Oxford Music Online. Oxford University Press.
- ^ a b Alexander, Leslie M.; Rucker, Walter C., edîtor (2010). Encyclopedia of African American history. American ethnic experience. Santa Barbara, Calif.: ABC-CLIO. ISBN 978-1-85109-769-2.
- ^ Keyes, Cheryl L. (26 hezîran 2019). "Rap/Hip-Hop". Music. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-975782-4.
- ^ All Eyez on Me - 2Pac | Album | AllMusic (bi îngilîzî), roja gihiştinê 14 îlon 2024
- ^ Golus, Carrie (1 tebax 2010). Tupac Shakur: Hip-Hop Idol (bi îngilîzî). Twenty-First Century Books. ISBN 978-0-7613-5473-4.
- ^ Bailey, Julius H. (2011). West, Cornel (edîtor). Jay-Z: essays on Hip Hop's philosopher king. Jefferson, North Carolina London: McFarland & Company, Inc., Publishers. ISBN 978-0-7864-6329-9.
- ^ "FBI outlines parallels in Notorious B.I.G., Tupac slayings - News - ReviewJournal.com". web.archive.org. 11 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 nîsan 2011. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Tupac Shakur's Death Certificate Details". archive.ph. 23 gulan 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 gulan 2012. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "2Pac's 'Greatest Hits' album certified Diamond". Hypebeast. 8 tîrmeh 2011. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ 2PacLegacy (4 tebax 2019). "The Best Selling Tupac Albums of All Time". 2PacLegacy.net (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "BET.com - Notorious B.I.G., Tupac Shakur To Be Inducted Into Hip-Hop Hall Of Fame". web.archive.org. 30 kanûna pêşîn 2006. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 kanûna pêşîn 2006. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "100 Greatest Artists – Rolling Stone". web.archive.org. 6 kanûna pêşîn 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Singh, Simrin (7 hezîran 2023). "Tupac Shakur posthumously receives star on Hollywood Walk of Fame - CBS News". www.cbsnews.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.
- ^ "2003: "All Eyez on Me: Tupac Shakur and the Search for the Modern Folk Hero"". folkmyth.fas.harvard.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 îlon 2024.