Ubeydelah Barzanî
Ubeydelah Barzanî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1927 |
Mirin | 1980, 1980s |
Hevwelatî | Iraq |
Pîşe | |
Meqam | |
Dê û bav |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ubeydelah Barzanî, an Ubeydulah Barzanî (jdb. 1927 an 1933 li herêma Barzan, Başûrê Kurdistanê; m. 1980 li Bexda, Îraq) siyasetmedarekî kurd bû.
Ubeydelah kurê mezin ê Mele Mistefa Barzanî, birayê Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî bû. Di nava salên 1947 heya 1955, 1955 heya 1958 li Basra û Bexdayê di sirgûnê de dimîne. Bi taybetî sirgûna wî ya Bexdayê (1955-1958) wekî rehîne derbas dibe. Ango wî li dijî Barzaniyan wekî destbiserekî dibînin.
Bi têkçûna Ebdulkerîm Qasim (Abd al-Kawrim Qasim) ve, tê serbestberdan û tevlî nava refên PDKê dibe. Sala 1971ê li ser pejirandina xweseriya kurdan di nava PDKê de nakokî derdikevin. Hin ji wan peymana bi Sedam Huseyn re bêbawer dibînin, hin jî, ji ber ku otonomî pirraniya axa Kurdistanê li derve dihêle, nerazîbûnên xwe didin der. Ubeydelah Barzanî jî yek ji wan e lê ew hinekê bi Sadam baweriyê tîne, sazûmaniya nû ya Îraqê bo paşeroja doza kurdan baş dibîne.
Bo demekê li Algeryayê dimîne. Sala 1973 tevlî partiya Haşîm Aqrawî, PDK-Nûyê dibe ku ev partî endamê eniya neteweyî ya Îraqê ye. Ev enî, mafê kurdan înkar nake, lê dibêje ku bila kurd sebir bikin, berê desthilatdariya Sedam bê avakirin.
Ubeydulah Barzanî di nava salên nîsan 1974 heya 1977 û 1978 heya 1980 wekî wezîrê dewletê, di hikûmeta navendî ya Îraqê de peywirdar dibe. Ubeydulah Brazanî hêdî hêdî armanc û niyeta Sadam Huseyn nas dike. Dibîne ku Baasî ne samîmî ne. Dixwaze xwe ji nava wan bikişîne. Sala 1980ê tê kujtin. Derbareyê kujtina wî de gelek îdîa hene.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Erhard Franz: Kurden und Kurdentum - Zeitgeschichte eines Volkes und seiner Nationalbewegungen, Seite 107. Mitteilungen 30, Deutsches Orient-Institut Hamburg 1986 (almanî)
Ev gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |