Wîkîpediya:Nûçe/10-11-2011
Xuyakirin
< 04-11-2011 | 22-11-2011 > |
---|
- 10'ê sermawezê - Li Wanê erdheja duyem: Piştî erdheja Wanê ya 23'ê kewçêrê, duh dîsa erdhejeke bi mezinahiya 5,6 a li gor pîvana Richter çêbû. Di encamê de 7 kes mirin û 25 kes jî brîndar bûn. Herwiha 25 avahî hilweşiyan.
- 10'ê sermawezê - Îsmet Şerîf Wanlî çû ser dilovaniya xwe: Siyasetmedar û niştimanperwerê kurd, prof. Îsmet Şerîf Wanlî li bajarê Lozan a Swîsreyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Îsmet Şerîf Wanlî di dîroka kurdên derveyî welat de xwediyê cihekî girîng bû.
- 10'ê sermawezê - Hevdîtina kurdan: Heyeta KCD û BDP'yê li Başûrê Kurdistanê bi serokkomarê Îraqê Celal Talabanî re li ser rewşa kurdan hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina ku ji bo yekîtiya kurdan pirr girîng e, hate daxuyandin ku konferansa bi tevlîbûna hemû nûnerên kurdan wê di meha rêbendanê an jî reşemî ya sala nû de pêk were.
- 10'ê sermawezê - Parlementerên DYA'yê li dijî firotina firokeyan e: Neh parlementerên amerîkan dest bi kampanyaya li dij derketina firotina firokeyan a ji bo Tirkiyeyê kirin. Wan endaman herwiha nameyek ji Barack Obama re şandin ku firokeyan nefiroişin Tirkiyeyê, ji ber ku ew firokeyan li dijî gelê kurd bikartînin.