Wîkîpediya:Nûçe/22-11-2011

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
  • 22'ê sermawezê - Başûrê Kurdistanê Alîkariya Herêma Kurdistanê gihaşte Wanê: Piştî erdheja Wanê hemû kurdên li cîhanê ji bo gelê xwe bûne seferber. Alîkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê giha bajarê Wanê. Bi 113 tiran 212 xaniyên prefabrîk û alavên din yên malê çûne Wanê.
  • 22'ê sermawezê - Ala Rengîn Alîkarî ji Cizîriyan: Xebatkarên şaredariya Cizîrê bi derfetên xwe yên heyî ji bo gelê Wanê alîkarî berhev kirin. Xebatkaran ji bo erdhejzedeyan 60 kon û tiştên jiyankirinê ji Waniyan re şandin. Herwiha şaredariya Cizîrê gelek malên Wanî yên di zoriyê de li mêvanxaneyên xwe bicih kirin.