Xêro Abbas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xêro Abbas
Xêro Abbas 2013
Jînenîgarî
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1962an (62 salî)
Qamişlo
Cureyê muzîkêSlow-Rock
PîşeHûnermend
Malperwww.xeroabbas.com
biguhêreBelge

Xêro Abbas, (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1962an li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê) hûnermendekî kurd e ku bi albuma xwe yê bi navê Xerîbo dest bi kariyera xwe ya muzîkê kiriye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xêro Abbas 2008

Xêro Abbas di sala 1962ê de li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe û li Rojavayê Kurdistanê dibistana sereteyî, navînî û amadehiyê qedandiye.[1] Abbas di sala 1986an de ji ber zextên rejîma Sûriyê û ji ber bê derfetiyê koçî Almanyayê dibe.[1] Di wan salan de eleqeya wî ser muzîkê zêdetir dibe. Di 1989an de bi tevlîbûna Koma Berxwedan dest bi xebatên xwe yên mûuzîkê kiriye. Di sala 1998an de yekem albûma xwe ya bi navê "Xerîbo" weşand. Albûma Xerîbo di nava kurdan de eleqeyek mezin dîbîne. Xêro Abbas li bajarên curbicurên Ewropayê konseran lidar dike.[1]

Di 2002an de di Newroza mezin ya Amedê ku bi qasê milyonekî kurd tevlî bû bû de derket li ser dîkê. Piştî gelek salan cara yekem bi vê navginiyê vegeriya axa Kurdistanê û di vê vegera xwe de maçî axa xwe kir û vê helwesta wî ji aliyeke gel ve bi coş û hezeke mezin hatiye pêşwazîkirin.

Xêro Abbas şêweya klasîk a muzîka kurdî bi bingeheke modern yek xist û bi vî avahî şêweyeke ku him girêdayî rêça xwe û heman demê de jî şêweyeke modern derxist holê. Vê jêhatiya Xêro Abbas him cihê wî him jî berdarî ya wî zexmtir dike.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c "Xêro Abbas Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 gulan 2022.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]