Xelat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Xelatê
Ahlat
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Bidlîs (parêzgeh)
Serbajar Xelat

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 26 gund
Hejmara mezran 2 mezre

Gelhe (2008) 35.236[1] kes
Rûerd 1.044 km2
Berbelavî 33,8 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 38°45′1″Bk 42°28′34″Rh / 38.75028°Bk 42.47611°Rh / 38.75028; 42.47611
Gelhe (2008) 19.551 kes
Bilindayî 1.720 m
Koda postayê 13400
Koda telefonê (+90) 434
Nexşeya cihan Tirkiye
Xelat (Tirkiye)
Xelat
Dîmenek ji Bajarê Xerabe
Şikeftên Bajarê Xerabe
Ji Bajarê xerabe
Dîmenek ji Xelatê

Xelat (bi tirkî: Ahlat), yek ji navçeyên Bedlîsê ye. Rûber 1.044km² ye. Hejmara niştecihên navendê 23.000 û bi giştî jî nêzîkî 45.000 e. 26 gund û 2 mezreye wê hene. Gel ji Kurdan pêk tê. Di salên 60´î de dewleta Tirk navên erdnîgarîk ên Kurdî qedexe kiriye û navên bi Tirkî pêve daniye.

Seyda Mehmûd Birifkanî,di pirtûka xwe bi navê Birifkan Seydaları da weha goti: Çar hêzar sal berê dema Huriya ev bajar ava kir. Her du tiştê kû jê hez dikirin kû ax û çiya bû bi heve zeliqandin û gotin Xelat yanê (ax) û (lat). Her wek tê zaninê alîki Xelatê çiyayê Sîpani û alîki wi ji ax. Xelatê navê xwe girtiye. Her wek tê zaninê Huri bapirê Kurdane.

Di tomarên dîrokî de navê Xelatê wekî Xelat, Xalads, Axlat, Şaleat (Ermenî), Kelath (Aşûrî), Xîlat (Erebî) derbas dibe. Piştî ava bû na Komara Tirkiyê di sala 1924'î de dibe navçe.

Navdarên Xelatê[biguherîne]

Ev zat kurê Seyyid Elî'yê Xorasanî ye. Navlêke wî Bave Lûre ye.Di 682'ê Hicrî da li Axlat'ê çûn li ser mafeya xwe. Şêxê terîqeta Suhreverdî bû ye.

Navê wî yê eslê Seyda Mihemmed e. Navlêka wî Hacî Nizameddîn e. Kurê Seyda Ehmed Xelatî ye. Di sala 751'ê Hicrî da çûn li ser mafeya xwe. Tirbe wî li Taxa dere e ye. (Wadi) Lê nixabin di kurê bubeler eftax xera bû ye. Niha bi ve nave taxaki weha nîne. Dibe ku eftax Xerabe Bajêr an ji taxa Qale ye be. Şêxê terîqeta Suhreverdi ye.

Kurê Heci Nîzameddîn Axlatî ye. Şêxê terîqeta Suhreverdi ye. Di 781'ê Hicri da li Xelat'ê çûn li ser mafeya xwe.

Ev zat di ilmê zahir û batin da mahir bû. Di terîqeta Suhreverdi da bi kutub bû di zanistîyê da feylesof bû. Giştî bû nepen û esrarê İmam'ên Ehlêbeytê. Ji ber vê yekê jêra dihat gotin İmam Hisên Xelatî. Di sala 808'ê Hicrî da li Misrê li Qahîreyê çûn li ser mafeya xwe. Tirbe wî li menteqe ya İmamên e. Çar kurê wî hene, Seyda Bave Mensûr û Seyda Bave Mekqsûd û Seyda Mîr Hesen û Seyda Mihemmed. Malbata Birîfkaniya ji Seyda Bava Mensûr tê. Navê kurê Seyda Bava Mensûr, Seyda İsheq Xelatî bû ye. (890 H.) Navê kurê wî Seyda Ebdûlgani Xelatî (926 H.) Navê kurê wî Seyda Silêman Xelatî bû ye (961 H.) Navê kurê wi Seyda Mûsa Xelati bû ye.(995 H.) Navê kurê wî Seyda Ebdilkerim Xelatî ye . (1027 H.) Navê kurê wî Seyda Şemsedin qutbê Xelati Birîfkanî ye. Hemû Birîfkanî ji werta Seyda Şemsedin e. Nêha Birîfkanî li İraq'ê û Tirkiye'yê Xelat - Amed - Erzirom - Wanê û Sûrî (Hama) dijîn.

  • Îzed Beg , Serhildana Kurdan di bin serokatiya Îzed Beg

Wargehên dîrokî û tûrîstîk ên Xelatê[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • Seyyid Mahmut Bırifkani-"Bırifkan Seyyidleri"


38°45′01″Bk 42°28′34″Rh / 38.75028°Bk 42.47611°Rh / 38.75028; 42.47611