Here naverokê

Gola Wanê

(Ji Behra Wanê hat beralîkirin)
Gola Wanê
Behra Wanê
Bilindî 1.646 m
Rûber 3.713 km2
Dirêjî 120 km
Firehî           80 km
Kûrahî 171 m
Qeware 6,07.1011 m3
Koordînat 38°38′00″Bk 42°49′00″Rh / 38.63333°Bk 42.81667°Rh / 38.63333; 42.81667
Gola Wanê li ser nexşeya Wan nîşan dide
Gola Wanê
Gola Wanê
Gola Wanê (Wan)
Gola Wanê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Gola Wanê
Gola Wanê
Gola Wanê (Bakurê Kurdistanê)
Gola Wanê li ser nexşeya Rojhilata Navîn nîşan dide
Gola Wanê
Gola Wanê
Gola Wanê (Rojhilata Navîn)
Cure Tektonîkî
Girav Axtamar, Lîm, Artî, Çixatan (Gdûtz)

Gola Wanê an binavkirina herêmî Behra Wanê, golek tektonîkî yê li Bakurê Kurdistanê ye ku bi bend girtina teqîna volkanîk a li Çiyayê Nemrûd a parêzgeha Bidlîsê, derketiye holê.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Wanê navê xwe ji bajarê Wanê werdigire ku gola sodayî ya herî mezin ê li Kurdistanê û li cîhanê ye ku ji gelek çemên piçûk ên ji çiyayên derdorê golê diherikin çêbûye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gol yek ji çend golên endorheîk ên cîhanê ye ku rûava golê ji 3500 kîlometre çargoşe mezintir e. Bilindahiya golê ya ji asta deryayê 1.640 mêtre bilind e. Ligel bilindahiya ji asta deryayê û herêma sar ê di demsalên zivistanê de ku germahiya herêmê dakeve bin 0ê şorbûna zêde ya avê ji xeynî çend beşên biçûk bi gelemperî rê li ber cemed girtina golê digire.[1]

Çar giravên golê, giravên bi navê Girava Exdamarê, Girava Adirê, Girava Çarpanaxê û Girava Çûkan hene. Gola Wanê di demên dîrokê de bi navên wek Behra Bilind, Behra Narî, Behra Jorîn û Deryaçe[çavkanî hewce ye] (Derya Biçûk) hildigire.

Ava golê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gol ekosîstemeke avê ye ku hem ji ekosîstemên avên şîrîn û hem jî ji avên deryayî cuda ye. Ava golê şor û sodayî ye. Şorbûna ava golê ji sedî 19 ye û nirxa pHya wê 9,8 e. Ji ber vê yekê Gola Wanê tevî bilindahiya zêdeyê ji asta deryayê û ji ber zivistanên dijwar, cemed nagire.[2] Rêjeya ava golê li gorî avhewayê bilind dibe û dadikeve. Lê bi navînî, bilindahiya golê ya ji asta deryayê 1646 metre ye. Kûrahiya golê ya navîn 171 mêtre ye û xala wê ya herî kûr jî 451 mêtre ye. Bi lêkolînên dawî temenê golê nêzîkî 600 hezar sal hatiye diyarkirin.[3] Gol her demsal û her saet, ji aliyê rojhilat û rojavayê de rengekî cuda digire. Qeraxên wê hêşîn in û plajên xwezayî li derdora golê hene.

Li behra Wanê temaşekirina rojavayê tiştekî jênager e. Bi van hemû taybetmediyên xwe Gola Wanê hêjayî dîtinêye.

Erdnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Wanê golek tektonîkî ye ku 600.000 sal berê ji ber tevgera xeta jikestinên mezin ên ku di beşê Anatoliya Rojhilat re derbas bûye û hêdî hêdî daketina blokek mezin a axê çêbû ye. Qeraxa başûrê golê diyar dike: herêmek kevirê metamorfîk a herêma Girseya Bidlîsê û tebeqeyên volkanî yên Neojen û Kuaterner ve hatiye dorpêçkirin. Dabeşa kûr û rojava ya golê di depresyonek tektonîkî de hewzek antidome ye. Ev ji hêla devdan û pêvekirina normal-lêdana jikestinê ve hate çêkirin.

Piraniya dîroka xwe heta Dema Pleistosenê gola volkan a Çiyayê Sîpanê cih digire. Bi Kotrala r bi başûrê rojava ve bû a razandî., asta vê şeûdt okê bi demê re guherî, jiênber de cih digêniku ji Çiyayê Nemrûdyherikîn a li pey hea hyêogolê derketina golê ji aliyê malna Nemut ber bi rojava ber û Gola Wanê sal bi sal derkete holê.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Afirîna golê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Wanê, li beşa rojavayê de di pêkhatina tektonîkî ya di navbera Torosên Rojhilat û Aladaxan de cih digire. Li rojava û bakurê rojavayê golê çend volkanên razandî hene. Çiyayê Sîpan û Çiyayê Nemrûd a Bidlîsê yek ji çend volkanên razandiyên Bakurê Kurdistanê ne. Nêzî 200 hezar sal berê, di nîveka Serdema Qeşayê de, lavên ku ji Çiyayê Nemrûdê diherikî bi dirêjahiya zêdeyî 60 km herikîn bi xwe re pêk aniye. Di dema van herikîna lavan de Dema navbera korta Wanê û korta Deşta Mûşê de bendek ji lavan çêdibe û Gola Wanê dest bi tijîkirinê dike.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Gola Wanê ji aliyê erdnîgarên grek ên kevnar ve wekî Thospitis Lacus yan jî Arsissa Lacus hatine binavkirin. Navê Gola Wanê di demên nûjen de navê xwe îro ji parêzgeha Wanê wergirtîye. Paytexta Keyaniya Urartu li peravên rojhilatê golê di navbera sedsalên 10 û 8an ên Beriya Zayînê de hatiye avakirin.

Bermayiyên dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2017an de, arkeologên Zanîngeha Wanê û tîmek avjenîbên serbixwe ên ku di kûrahiya Gola Wanê lêkolîn kirin, ragihandin ku kelehekî mezin a binê avê ku bi qasî yek kîlometrekê dirêj dibe dîtine.[4] Tîm texmîn dike ku ev keleh di dema Urartûyan de, li gorî nirxandinên wan ên dîtbarî, hatiye çêkirin. Keleh, bi dorgirtina bajarên kevnare ku wê demê dor hatine avakirin hatiye dorpêçkirin. Arkeologa texmînkirin nku bi hezarsalan bi bilindbûna avê re keleh û bajarê kevnar binav bûye.[4]

Xweza[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Wanê bi taybetmendiyên xwe ve ekosîstemeke bêhempa bi xwe ve digire. Lewma rawestgeheke girîng a balindeyên koçber e jî. Li hewza Gola Wanê werdek û qaz jî di nav de nêzîkî 240 cur balinde dema xwe ya zêdebûn û kurkbûnê li vê derê dimînin. Ligel flamîngoyan çûkên wek terî hişk û qazên kovî jî xwe li vê derê digirin. Ji germê hez dikin. Hinek ji wan bo demekê lê hinek ji wan jî her dem li vê derê dimînin.

Flamîngoyên gola Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Flamîngo her sal xwe li germa Gola Wanê digirin û bi sarbûna hewayê re dest bi koçê dikin. Bi vî havî dîmenên balkêş û ciwan derdikevin holê. Filamîngo havînê li Gola Urmiyê dema xwe ya zêdebûnê derbas dikin û bo çend mehan tên gola Wanê.

Flamîngo û corên din ên balindeyan di mehên biharê de ji Gola Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê tên Gola Wanê û di meha Mijdarê de ji ber hewaya sar ber bi Efrîkaya Bakur, Asya û Ewropayê koç dikin.[5]

Werziş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Wanê, hinek caran ji gelek werzîşên avê, keştî û werzîşên peravê re mêvandariyê dike. Werzişên ku li Gola Wanê çêbûye û werzişên avê ya herî ku tê zanîn ev in, Şampiyoniya UIM World Offshore 225 Championship's IOC Van Grand Prix û Festîvala Gola Wanê ye.

Wêneyek ji Grand Prix a UIM-IOC 2010 a li Gola Wanê.

Giravên Gola Wanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Gola Wanê de çar girav hene:

Di avên golê de masiyekî bi navê darex heye.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Gola Wanê|Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 1 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ "Lake Van | lake, Turkey | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 îlon 2022.
  3. ^ "Dergipak". Dergipak.
  4. ^ a b "Ancient castle studied in Lake Van". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2021.
  5. ^ "Koça flamîngoyan a ji Gola Wanê dest pê kir". Rudaw.net. 12 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 2 hezîran 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]