Serdema Zêrîn a Îslamê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Serdema Zêrîn a Îslamê navê çaxa ku ji sedsala 8'an û heta sedsala 13-14'an de çêbûye û tê de zanist, endezyarî, teknolojî, tucartî, pêşesazî, hunermend, wêje û felsefe di nav cîhana misilmanan de pir pêşve ketiye ye.[1][2]

Li gorî hinekî çavkaniyan ev dewre heta sedsala 15an berxwedaye.[3] Wê dewrê di nav misilmanan de pir zanistvan û fîlozofên mezin derketine û gellekî vedîtin çêdikin.

Fizîkvanê Fransî Pierre Curie ji bo nûvedan û pirtûkên misilman waha gotiye;

Li Endulusê ji Misilmanan ji me re 30 pirtûk man, Ger ku ew pirtûkên hatin şewitandin ku hêjmara wan mîlyonekî bû nîvê wan xwe bigîhandana destê me, Em naha zûda di nav galaksiyan de digeriyan[4]

Zanyarên navdar yên Serdema Zêrîn a Îslamê[biguherîne]

Di Serdema Zêrîn a îslamê de rewşa kurd an[biguherîne]

Li Kurdistanê bi hatina Îslamê û pijirandina misilmantiyê ve di nav kurdan de jî zanist û felsefe pir pêşve ketiye.[5]

Di Sedsala 9'an de li Rojhilata Kurdistanê zanistvanên weke Dînewerî û Îbn Quteybe, Di Sedsala 10'an û heta Sedsala 15'an jî li her aliyê Kurdistanê fîlozof, alim, astronom, endezyar, wêjevan, dîrokzan û mirovên pir zana derkitine.
Ziryab, Îsmaîlê Cizîrî, Mûnîs, Ebûlfida, Mûsa Kemaledîn, Şihabedînê Suhrewerdî, Şemsedînê Şehrezûrî, Îbn Xelikan, Elî Herîrî, Mehmûdê Kurdî û Melayê Batê ji vana tenê çend kes in.[6][7]
Sîbernetîk ji aliyê zanistvanê kurd Îsmaîlê Cizîrî ve di Medreseyên kurdî de bingeha wî hate avêtin.[8] Di vê serdemê de wêjeya kurdî jî pir pêşve ketiye û pirtûkên bi zimanê kurdî têne nivîsandin.[9]

Li aliyê dinê jî di wê serdemê de kurdan gellekî dewletên serbixwe jî ava kirine, Ji wan dewlet û xanedanên kurd an hinek ev in;

Wêne[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]