Xutbeya Xatirxwestinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Xutbeya Xatirxwestinê (bi erebî: خطبة الوداع‎), li gorî bawermendên ayîna îslamê, ev xutbe ye ku, ji aliyê pêxemberê dînê îslamê Hz. Muhemmed ve di sala hîcrî 9, mîladî 631 de li Mekeyê, çiyayê Erefatê di hizûra 140.000 kesî de hatiye xwendin.

Xutbeya Xatirxwestinê[biguherîne]

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
(Bi navê Xwedeyê mîhrîban û dilovan)

Gelî Mirovan! Li gotinên min baş guhdarî bikin. Ez nizanim, belkî ji vê salê şunda, li ve derê em huvudu nebînim.

Mirovno! Çawa ev rojên we pîrozin! ev mehên we çawa pîrozin, ev welatê we (Mekke) çawa pîrozin, can û malê we û namûsa we jî pîrozi. ji her cûre erîş û destavîtinê hatîye parastin.

Sehabên Min! Hûnê di paşerojê da rastî Xwedayê xwe werin. Bê guman, hunê werin pirsyarî kirin. Piştî min li şaşîye xwe kevneşopî ne zîvirin û sutuyê hev ne birin! Vê hosînama(wesyet)mi,Mirovên li vir bira agahîye bidi ê ne li vir. Seba dibe ku, ê ev şîret jêre werin agahkirin, ji en agahdar çetir bi ragihîne.

Sehabên Min! Kesê li ba wan emanet hebin, bila bidin xwedîye wan. Bila hûn zanibin, her cûrê faîzê hatiye qedexe kirin. Di bin pîye mindeye. Le belê pêwîsti hûn deynê xwe bi tevahî bigrin. Ne sîtemkar bin û ne stuxwar bin. her cûrê faîz û kevneşopîyê di bin pehnîya min dayî û qedexeyî. Mînaka faîza yekemîn, ku min bi destê xwe ji holê rakirîye, faîza kurê apê min ê Abbasê kurê Abdulmûtalîb'e.

Sehabên Min! Haydar bibin, adet û rusûmetnamê dema ji cahîliye manini hatine qedexe kirin. Bi tevahî di bin pîye min dayi. Û di dema cahîliye da heyfen xwîn ê hatini qedexe kirin. Doza xwînitiye yekemîna min ji holê rakirîye, heyfa xwîna nevîye Abdûlmutalîp, İlyas kurê Rabîa ye.

Sehabên Min! Îro, hevî ya şeytan li ser axa welatê we, sazkirin û damezrandina bandor û hukumdarîya xwe hatîye birîn. Le belê ji xeynî wan tişten ku min li we qedexe kiriye, tiştên hûrik jî dema hûn bikin, kefxweşîya şeytên we weri. Bi sedem û parastina dîn ê xwe, xwe ji wan jî dûr bikin.

Gelî Mirovan! Di derbarê parastina mafên jinan de, wesyet dikim hûn ji Xwedê pitirsin. We jin ji Xwedê sipartî girtin. We bi peymana navê Xwedê namûs wan ji xwê ra bi helalî bidest xist. Çawa mafên we li ser jinan heyî, mafên jinan jî li ser we hene. Mafên we li ser jinan ew e kû; Namûs û rûmeta we nedin perçiqandin. Bê destûra we kesê hûn ji wan ne qayîl mazûbandîyê jêra nekin. Mixabin en hûn ne qayîl eger bigri malê; Xwedê destûr dayi we, hûn di nivînada wan bi tenê bihêlin û bi nermikî lê bidin.

Mafên jinan li ser we; Li gor adet û rusûmetnameye hewcederîye wan bi cîh bînin. Xwarin û çekê wan peyda bikin.

Gelî Cîvaka Bawermenda! Min ji wera du siparte (emanet) hiştin. Heya ku hûn bi şidahî xwe bi wan bigrin, hûn rîya xwe şaş nakin. Ev emanet; Pirtûka Xwedê Qur'ana pîroz û regiha Pexembere wî sineta mine.

Gelî Bawermenda! Li gotinên min guhdarî bikin û wan hîn bibin. Misilman birê misilmanaye û her weha misilman hemû birane. Malê misilmana û xwîna misilmana ji hevudura qedexeyi. Le belê bi dilxweşî bidê ew cûda yi.

Gelî Mirovan! Xwedayê mezin mafên xwedî maf, di Qur'ana pîroz da kifş kiriye. Edî bi cûdayî ji mîratxwar siparte ne pêwîste. Zarok, ê xwedîye nivîneyi, di nivîna kêde çêbibe ê wîye. Ji kesê zînakar ra bêparî heye. Kesê ji xeynî neseba bavê xwe, rika nesebikî din bike, ew bednîjad û bê bave. Xezeb û xişma Xwedê, laneta melek (firîşte) û bawermenda li ser wan be. Cenabê Xwedayê mezin, poşmanî, dadmendî û govanîya wan qebûl nake.

Sehabên Min! Ji Xwedê bitirsin, penç wext nimêja xwe bikin, rojîya remezanê bigrin, zikata malê xwe derxin, bi a fermandar û karbidestên xwe bikin. Bi vî hawayî hûnê têkevin bihûşta Xwedê.

Sehabên Min! Sîtemkarîye li nefsa xwe jînekin. Mafê nefsa we jî li ser we heye. Bila mirovên amade şîretên min, ji en ne amadera ragîhînin.

Gelî Mirovan! Xwedayê we yeke, bavê we jî yeke, hûn zarokên Adem'in, Adem jî ji axê hatîye afirandin. Serdest bûna Ereba li ser, ê ne ereb tuneyî. Ê ne Ereb jî, li ser Ereba ne serdestin. Çermsor ji çerm reşa, çerm reş jî ji çerm sora ne qençtire. Serdest bûna herî pîroz bi teqwayeye. Tirsa ji Xwedê teqwaye. Li cem Xwedê qençtirê we, ê ji Xwedê herî pir ditirsîye.

Li ser we bendekî reş û asteng, bi emîrtî hat ser we û li gor Qur'ana pîroz rêvebertîye bike; wî guhdarîbikin û îtaet bikin. Herkes li ser tawan (sûç)ê xwe berpirsyare. Law li ser tawanê bav, bav jî li ser tavanê law naye sûçdarkirin.

Haydar bibin! Hûn ê va çar tiştana nekin.

Hûnê ji Xwedê ra tu tiştî şirîk negrin. Xwedayê heram kirîye û destnedayi canê vî, bîla heq nekuji. Zinê nekin. Dizîye nekin Heta mirov bibêjin "Lâîlahe îllallah, ez li ser wan bi herbê hatim fermankirin. Dema gotin laîlahe îllallah. Xwîna xwe ûmalê xwe ji min di parastîne, le belê hesabê wan ji Xwedê reye.

Mirovno! Sibeda we ji we min pirs biki, hunê çi bibêjin.

Sehabeyên pîroz di çarikê ra gotin;

Qasidya Xwedê te bi cîh ani, heqê peywîra xwê te dayê. Te li me pend û şîret kirin û em govanîya(şahadetî) te dikin.

Wî çaxê Pexemberê Xwedê tilya şehdê ber bi jor de rakir û se caran weha got;

Şahid be Xwedayê min!

Şahid be Xwedayê min!

Şahid be Xwedayê min!

Çavkanî[biguherîne]

  • Werger; Mehmet Fatih BARIŞ