Zewacên Muhemmed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zewacên Muhemmed an Jinên Muhemmed Muhemmed pêxember pêşiyê di 25 saliya xwe de bi jinekî bî a 40 salî Xetice bint Xuweylid re dizewice. Piştî wextan bi jinên ku mêrên wan dimirin ku ji bo li derve nemînin bi wan re jî dizewicî.

Misilman dema qala jinên Muhemmed dikin ji bo hurmetê dibêjin "Dayikên mu'mînan". Sedemê wî ji di sureya Ehzab ayeta 6'an e ku dibêje xanimên wî dêyên wanin.[1]

Armanca zewacên Muhemmed[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Francis Edwards Peters dibêje ku; Zewacên Muhemmed bi pirranî ji bo ku jinên mêrên wan dimirin ku wan jinan li rastan nemînin, ji bo belavkirina misilmantiyê, ji bo gunehê wî bi wan dihat, û ji bo tengasiyê nekşînin zewiciye.[2][çavkanî hewce ye]

John Esposito jî dibêje; Zewacên Muhemmed bi taybetî ji bo jinên bî re jiyaneke nû bidest bixe zewiciye.[3]

Muhittin Akgül jî dibêje; Zewacên Muhemmed hinekî jî ji bo xwendin û nivisê bûne.[çavkanî hewce ye]

Jinên ku Muhemmed pê re zewiciye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Xedîce bint Xuweylid
  2. Sewde bint Zem'e
  3. Eyşe
  4. Hefse bint Omer
  5. Zeyneb bint Xuzeyme
  6. Ûm Seleme
  7. Zeyneb bint Cehş
  8. Ciweyriye bint Haris
  9. Ûm Hebîbe
  10. Reyhane bint Zeyd
  11. Safiye bint Huyey
  12. Meymûne bint Haris
  13. Mariye Elqibtiye

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jin di îslamê de

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://kuran.diyanet.gov.tr/tefsir/Ahz%C3%A2b-suresi/3539/6-ayet-tefsiri
  2. ^ Francis Edwards Peters (2003), r. 84
  3. ^ John Esposito. Islam: The Straight Path. Oxford University Press. r. 17-18.