Yûsif û Zuleyxa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yûsif û Zuleyxa berhemeke bi nav û deng a wêjeya Rojhilata Navîn e. Bi Dîwana helbestvanê farisî Camî ev serpêhatiya evînî yekcar li nav gelên herêmê hatiye nasîn. Helbestvanê kurd Selîm Silêman jî ev serpêhatî bi kurmancî nivîsiye û xelkeyekî zêrîn tevlî wêjeya kurdî kiriye.

Aleksandr Jaba yê ku goman dikir ku Selîm Silêman dîwana xwe ji dîwana "Camî" helbestvanê faris girtiye, hewl nedabû lêbipirsê ka gelo şaxên Yûsif û Zuleyxayê di zargotina kurdan de heye yan na? Kurdnasa sovyetî M.B. Rûdênko di dîsertasyona xwe de tîne holê û îsbat dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman koka xwe ji zargotina kurdan girtiye[çavkanî hewce ye]. Rûdênko dide nîşan ku çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman û yên Firdewsî û Camî hevûdin digrin, lê wekîdin çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman di yên Firdewsî û Camî de tune ne. Ji ber vê yekê Rudenko bawer dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman, destaneke kurdî yî serbixwe ye.

Vane çend besên vê destanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêka destanê: Bûna Yûsif û wesifdana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

.... Tecdît bikim ji nû rîwayet Tehrîr bikim ji nû hîkayet

Emma bi seadet û bi înwan Behsê bikin em pîrê Kenan

Yaqûp hebû ji burca refet Çend ixterî mutlea nibowet

.... Rahil ku dibû dema weladet Du kur dibûn we pir seadet

Emma herdu jî ziyade seng in Yek Yûsif û yê dî binê Yamîn

Ew herdu jîne ziyade nadîr Ismê wan bikin ji bo we zahîr

Ew reng dikir ji wî me kulfet Yek Zulf û bi namê Lehfet

Ew herdu emma bi îz û înwan Tewlîd dibûn bi erdê Kenan Ewladê dîwan bi namê zakîr Dano Yexsaî Wecado asîr

Ew reng e ji exterê di mezbor Yûsif bi cemalê husnê meshûr

Barî weha dabû wî cemalek Mudrîk ne dibû li wî xiyalek

Telet qemer û munîr û mehrû Qamet elîf û siyah û ebrû

Tesbîhê meh û nezîr û xursîd Sedarê nicûm û necm û nahîd ....

Yûsif û Zuleyxa bitenê ne: Zuleyxa şerm dike ji dilxeraban[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perde me kisa ji boyê potan Ez serm dikim ji wan mutleqan

Karî tu bibînî talib im ez Da zen nebin ew ku raxib im ez

Lew perde me kir ji bo xwe haîl Ew jî ku bibin ziyade xafil

Pasî bi vî dengî mahê Kenan Ev renge dikir ji bo xwe efxan

Sermê tu dikî ji bê sifatan Bê izz û keramet û hevatan

Aya me nehin heya ji barî Ev reng kiriye cîhan diyarî

Qeyyom û qedîm û bê niyaz e Rehman û rehîm û karesaz e

Min be'du çisan bidim cewabê Bandî ku biket li min îtabê

Pasî perî bi hîlesazî Teqrîru kiru bi dilnewazî

Gotê tu çira dikî buhane Ev renge çi ye dikî fîxane

Hindî ku me kir ji bo te izzet Carek me nedîtî ji te çu sefqet

Yûsif ku bihîstin ev deqaîq Goya geriya li wê muwafiq

Weqtê ku gihaye wê nigarê Destê xwe bire serê izarê

....

Mirina Yûsif û Zuleyxayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lazim ew e em bikin teessuf Behsê bikin em ji halê Yûsif

Rojek wehe reng bi izz û inwan Rabû ku biçite gest û seyran

Sahdano bi behecet û û surorê Hespî wî kisandiye huzorê

Lingê xwe gihandine nêv rakabî Da seî biket ji wî meabî

Qelbê wî vebûbi vî mealî Cebrîlê emîn gihaye balî

Ey peyxemberê mezherê heqaîq Ey mursîdê kamilê deqaîq

Izna te neda xwudaê ekber Lingê xwe meke rikabî dîger

Dunya di fena ye bê meal e Baqî tu bizan ku zulcelal e

....

Weqtî ku bihîstu ev Zuleyxa Sed ahu kiru du sed dureyxa

Emma kete me'reda girînê Nalîn kiru digel enînê

Xayet hezinî wekî hezînan Emma digirî ji des birînan

Ew jî wehê reng ji darî dunya Rihlet kiru çû seraê uqba

Dunya ye fena ye bê beqa ye Baqî ebed e ebed xuda ye

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tarîxa Edebyata Kurdî I, Prof. Qanatê Kurdo, Weşanên Roja Nû, 1983
  • Yûsif û Zuleyxa, Selîm, Weşana Enstîtuya Kurdî li Stembolê, 1998 (ji aliyê Feqî Huseyn Sagniç ve tîpguhezîna wê hatiye kirin)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji Kulturname.com Girêdana arşîvê 2016-08-27 li ser Wayback Machine