Yûsif Ziya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yûsif Ziya
Wêneyê Yûsif Ziya Qoçzade
Jidayikbûn1882
Bidlîs
Mirin14 nîsan 1925
Bidlîs
EsilKurd
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeSiyasetmedar
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya SiyasîCemiyeta Tealiya Kurd (Komela Bilindkirina Kurdistanê)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Yûsif Ziya, Yûsif Ziya Beg, (bi tirkî Yusuf Ziya Koçzade Bey (jdb. Sala 1882 li Bidlîs - m. Sala 1925 dîsa li wir) siyasetmedar û newengerekî kurd bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji malbateke namîdar a Bidlîsê ye. Sultaniya Bidlîsê xelas dike. Serekatibiya Maarîfê, Mebûstiya Bidlîsê û endamtiya Dadgeha serxwebûnê ya Kastamonûyê dike[çavkanî hewce ye]. Têkiliya wî ya bi tevgera neteweyî ya kurd re bi xêra derdorên welatparêz çêdibe.

Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di komelên kurd dixebite û kovarên kurdî de nivîsên wî derdikevin. Di Cemiyeta Tealiya Kurd (Komela Bilindkirina Kurdistanê) de digire. Dibe wesîle ku Cemiyeta Tealiya Kurdistanê û Komiyeya Îstiqlal a Kurdistanê (Komela Azadî a Kurdistanê)/Cemiyeta Îstiqlal a Kurd?[çavkanî hewce ye] bigihîjin hev, tevgera Azadî bi vê yekbûnê dest pê dike. Bi heman awayî di parlementoya tirk de mafên kurdan diparêze. Piştî ku li Lozanê tirk û îngilîz li hev dikin, Yûsif Ziya Beg li ser parçebûna Kurdistanê dikeve tirs û fikaran. Piştî Lozanê tevgera Azadî dest bi xebatên serhildanê dike. Yûsif Ziya di nav xebatên serhildanê de li Erzîromê tê girtin. Ew û çar hevalên wî yên serokên kurdan[çavkanî hewce ye], ji aliyê dewleta dagirker û mêtinger roja 14ê nîsana 1925'an li sûka Bidlîsê[çavkanî hewce ye] tên dardekirin.

Binihêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • David McDowall, A Modern History of the Kurds, I.B. Tauris, London û New York, 1996
  • Hesen Hişyar, Dîtin û bîrhatinên min (1907-1985), Çapxaneya Emîral, Bêrût, 1993

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]