Cemiyeta Tealiya Kurd
Xuyakirin
Cemiyeta Tealiya Kurd, (tirkî: (Kürt) Kürdistan Teali Cemiyeti) ango Komeleya Bilindbûna Kurd, rêxistineke siyasî ya kurdan bû û di sala 1918 an 1919an de li Stembolê hat damezrandin. Çend endamên wê berê endamên Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurd bûn.
Şaxên KTC li Amedê û çend bajarên Kurdistanê hebûn.
Endamên Hêvî û bi çend endamên Cemiyeta Tealiya Kurd rêxistina Teşkîlata Îçtimayiyetê ava kir.
Hinek endamên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Seyîd Ebdulqadir
- Celadet Alî Bedirxan
- Yûsif Ziya
- Seyîd Ebdullah (Kurê Şêx Ûbeydullah)
- Kamiran Alî Bedirxan û gellekî kesên din.