Yirik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yirik
Gelhe tevahî
 Tirkiye > 1.000.000[1][2]
 Makedonyaya Bakur 4.000[3]
 Bulgaristan 1.000[4]
Gundekî Yirik ku di sedsala 15an de rûniştiye, xaniyên kevneşopî yên tirkan e.

Yirik[çavkanî hewce ye] yan jî Yewrik[çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Yörükler; yewnanî: Γιουρούκοι, Youroúkoi; bulgarî: юруци; makedonî: Јуруци, Juruci), komekî etnîkî ya tirkan e ku bi eslê xwe oxizî ne,[5] hinek ji wan barkiran in ku di serî li çiyayên Anatolyayê û beşek jî li nîvgirava Balkanê jiyan kirine.[6] Yirikên Balkanê li herêmek berfireh ji rojhilatê Makedonyaya Bakur, beşên Bulgaristanê, ji bakur heta Larissa li Tesalyayê û başûrê Trakyayê belav bûne.[7] Navê wan ji lêkera tirkî yürük (yürümek) ku tê maneya "meşin"ê, bi peyva yörük an yürük tê wateya yên kesên an komên ku li ser lingan dimeşin".[8] Yirik di bin sancaqa Yirik de bûn, (tirkî: Yörük Sancağı) ku ne wek sancaqên din yekîneyeke rûerdî bû lê yekîneyeke rêxistinî ya cuda ya Împeratoriya Osmanî bû.[9]

Li gorî hinekan ji wan eşîrên ku li rojhilatê çemê Qoserê rûdiniştin re Tirkmen dibêjin û yên li rojava jî dibêjin Yirik. Di çavkaniyên osmanî de ji bo Tirkmenên Dulkadirî yên li Gurgumê û derdora wê dijîn, her du têgeh bi hev re hatine bikaranîn.[10] Têgînên etnodîrokî yên Tirkoman û Tirkmen di edebiyatê de ji bo destnîşankirina bav û kalên Yirik bi hevwate têne bikar anîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Roberts, Thomas Duval; Studies, American University (Washington, D. C. ) Foreign Area (1970). Area Handbook for the Republic of Turkey (bi îngilîzî). U.S. Government Printing Office.
  2. Thevenin, Michaël (23 çiriya paşîn 2011). "Kurdish Transhumance: Pastoral practices in South-east Turkey". Pastoralism: Research, Policy and Practice. 1 (1): 23. doi:10.1186/2041-7136-1-23. ISSN 2041-7136.
  3. Project, Joshua. "Yoruk in North Macedonia". joshuaproject.net (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 22 hezîran 2023.
  4. Project, Joshua. "Yoruk in Bulgaria". joshuaproject.net (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 22 hezîran 2023.
  5. "Cahit GELEKÇİ-TÜRK KÜLTÜRÜNDE OĞUZ-TÜRKMEN-YÖRÜK KAVRAMLARI". turkoloji.cu.edu.tr. Roja wergirtinê: 22 hezîran 2023.
  6. Georgoudis, A.; Rosati, A.; Mosconi, C. (2 tebax 2005). Animal production and natural resources utilisation in the Mediterranean mountain areas (bi îngilîzî). Wageningen Academic Publishers. ISBN 978-90-8686-561-1.
  7. Europa Ethnica (bi elmanî). W. Braumüller. 1984.
  8. "Definition of YURUK". www.merriam-webster.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 22 hezîran 2023.
  9. Matkovski, Aleksandar (1983). Otpor na Makedonija vo vremeto na turskoto vladeenje (bi makedonî). Misla.
  10. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 2 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 22 hezîran 2023.