Îshaq
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. (gulan 2024) |
Hz. Îbrahîm du jinên xwe hebûn. Navê yekê Sarê û navê yê din jî Hacer bû. Hz.Îshaq lawê Hz. Îbrahîm û jina wî yê bi nav Sarê ye. Hz. Îshaq bi şiklekî mûcizevî ji dayîk bûye. Di rojina bûyîna wî da bavê wî sed û bist salî û diya wî jî nod salî bû. Di pêşiyêda qet zarokên Sarê nedibûn. Ji ber vî yekê Hz. Îbrahîm bi Hacer ra zewicî û lawekî wan bi nav Îsmaîl hat dinê. Ji bona vî yekê jina yekemîn Sarê gellekî xemgîn bû û ji Xwedê zarokek xwest. Xwedê jî va dûayê wî qebûl kir û Îshaq hat dinê.
Va bûyera di Quran a Piroz da aha tê neql kirin:" Û bi sond elçiyên me bi mizginiyê hatin li ba Îbrahîm û gotin " Silav". Wî jî silava wan ragirt û bi lezî çû û ji bona wan ra golikekî pêjandî hanî. Gava Îbrahîm dît ku ewna qet destê xwe dirêjî wî (xwarinê) nakin, bêkêyf bû û tirsek ket dilê wî. Wana got " Qet metirse, em ji gellê Lût ra hatine şandinê". Jina wî li piya bû û bi wan keniya. Êdî me jî ji wî ra mizginiya Îshaq û dûra jî yê Yaqûb da. Jinikê got " Ez jinikekî pîrim, mêrê min jî kalikek. Ezê çer zarokan bînim? Bi rastî va tiştekî matî ye". Wana (elçî) gotin " Ey jina malê. Êdî gava ku dilovanî û pîrozahiya Xwedê li ser weye, tu çer ji karê Xwedê ra mat dibî. Ew Hamîd û Comerd e ". (Sûreta Hûd 11/69-73)
Hz. Îshaq di pirtûkên dîrokî da aha tê neql kirin: Ew yekê bejn dirêj, bi sûretekî xweşik, gotinên xwe rast bû û di kaltiya xwe da porr û riya xwe êdî sipî bûn. Ji Hz. Îshaq ra du lawên bi nav Yaqûb û Ays bûne. Yaqûb yek ji pêxamberên Xwedê ye û bavê Hz. Ûsif e.
Hz. Îshaq di Quran ê da aha hatîye meth kirin: "Ey Mihemed; tu qûlên me yên bi hêz û sehîker bi nav Îbrahîm, Îshaq û Yaqûb jî bîne bîra xwe. Me ewna kirine mirovên bi dil û can ku yên dinê din (exîretê) tînin bîra xwe. Bi rastî ewna li ba me jî mirovên bijartî û qenc in." (Sûreta Sad 38/45-47) Hz. Îshaq di piştî mirina Hz. Îbrahîm, ji welatê Şam ê ra bi pêxembertiyê hat şandin.
Di gora riwayetan Hz. Îshaq kêm û zêde sed û şêşt salan jîyaye û li Filîstin ê li nêzika Qudis ê wefat kirîye.
Derbaz