Şîrkûh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Esededîn Şîrkûhê kurê Şadî (bi kurtî, Şîrkûh an Şêrko, navê wî bi erebi: Asad ad-Dīn Shīrkūh bin Shādhī) generalekî misilmanî ku bi eslî xwe Kurd bû. Ew apê Selahedînê Eyûbî bû. Ew di sala 1169'an de mir.

Jiyan[biguherîne]

Ew li gundê Ecdankê (Ecdankanê) nêzî bajarê Dvînê li Ermenistanê hatî bû dinê. Ew lawê Şadî, birayê Necmedîn Eyûb, yek ji bavikên xanedana eyûbiyan bû. Ew ji malbata şedadiyan bû. Ji pê şedadiyan di 1130'î de hilwaşiya re, Şadî çû Bexdayê, ji pê re jî Tikrîtê. Şîrkûh ji pê bavê xwe mir re pêşangiya xanedanê û kargeriya Tikrît dewam kir. Dema ku Şîrkûh xiristiyanek li Tikrîtê di 1138'an de kuşt, Şîrkûh û birayên xwe hatin sirgûn kirin. Ew ketine artêşa Zengî û pê Nûredîn Zengî mir re ew li Mûsilê bû paşwera wî.

Sefera Misrê ya yekem[biguherîne]

Di 1163'an de Sultan Nûredîn ew şandine ser Misira fatimî. Di wê seferê de Selahedîn jî bi Şîrkûh re çû Misirê. Li wir wî lihevnehatineke navbera Şawer û Zirxem (Dhirgham) de wî hêla Şawer girt û Zirxem hat kuştin. Lê ji pê Şawer anî wezîriyê re navbera wan de gengaşî der ket û Şawer hembera Şîrkûh bi Amalrîkê yekem ê Orşelîmê (Amalric I) re hevalbendî kir. Amalrîk Şîrkûh di 1164an de li Bilbeysê bin xist. Berambera wê Nûredîn êrîşî dewletên Xaçiyan kir û heman heman Antakya dagir kir.

Sefera Misrê ya duyem[biguherîne]

Şîrkûh di 1167'an de şûn da derkete sefereke ser Misirê. Şawer dîsa bi Amalrîk re hevalbendî kir. Amalrîk Şîrkûh li Îskenderiyê bin xist. Lê wê demê de Amalrîk bi Împaratoriya Bîzans re hevlabendî ji bo dagir kirina Misirê bi tunî kir. Vê carê jî Şawer alîkarî jî Şîrkûh xwest. Lê ew vegerîye Şamê.

Sefera Misrê ya sêyêm[biguherîne]

Di rêbendanê 1169'an de Şîrkûh kete Qehîreyê û Şawer dar xist. Şîrkûh xwe li wir wek wezîrî fatimiyan da zanîn. Lê du mehan din mir.

Kênge ew mir Selahedînê Eyûbî, yê ku di seferên Misir de bi Şîrkûh re bû, di wezìriyê de bû paşwerê wî. Ji pê Misir û Sûrî yek hev kir re wî paşweriya Nûredîn re jî kir û xaçperest ji Xakên pîroz derxistin.


Dibêjin ku, Şîrkûh tê maneya şêrê çiyayî, anku Şêrko.

Çavkanî[biguherîne]

  • Mihemed Emîn Zekî Beg. Dîroka Kurd û Kurdistanê (2002). Avesta, Stenbol.
  • Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8 (ji bo sererastkirinên bikarhêner MikaelF)