Benjamin Harrison
| Benjamin Harrison | |
| Xebat | |
|---|---|
| 23em serokê DYA'yê | |
| 4'ê adarê 1889 – 4'ê adarê 1893 | |
| Cîgirê serok | Levi Morton |
| Ê pêşî | Grover Cleveland |
| Ê piştî | Grover Cleveland |
| Jînenîgarî | |
| Zayîn | 20'ê gelawêjê 1833 Ohio |
| Mirin | 13'ê adarê 1901 (li 67 salî) Indianapolis |
| Partiya polîtîk | Partiya Komarger, Partiya Lîberal |
| Zewac | Caroline Scott (1853–1892) Mary Scott (1896–1901) |
| Zarok | Russell Mary Elizabeth |
| Pîşe | Parêzer |
| Şanenav | |
Benjamin Harrison (* 20'ê gelawêjê 1833 li North Bend, Ohio; † 13'ê adarê 1901 li Indianapolis, Indiana) siyasetmedarekî amerîkan û 23em serokdewletê DYAyê bû. Ji 4'ê adarê 1889 heya 4'ê adarê 1893'yê li ser postê serokdewletiyê maye.
Jiyan [biguherîne]
Benjamin Harrison lawê (kurê) parlamenterê Kongreyê John Scott Harrison û neviyê 9em serokdewlet William Henry Harrison e. Babapîrê (bavê bapîr) wî Benjamin Harrison V yek ji kesên danezana serxwebûnê îmze kiribû ku ew jî kurê Thomas Harrison bû.
Harrison di dibistana Cincinnati de dixwîne, li Miami University a li Oxford (Ohio)yê perwerdeya dadê dibîne û sala 1854'ê li Indianapolis wekî parêzer dest bi kar dike. Sala 1853'yê bi Carrie Scott re marî dibe (dizewice), 2 zarokên wan dibin. Dema şerê yekîtiyê de tevlî artêşê dibe, wekî general şer dike.
Dema şer bidawî dibe, li dadgehxaneya bilind a Ohioyê peywirdar dibe. 1881'ê dibe senatorê Indiana yê senatoya DYAyê. Piştî serokdewletiyê vedigere Indianapolisê û bo cara duyemîn bi Mary Dimmick re marî dibe.
Girêdan [biguherîne]
- www.whitehouse.gov Jînenîgarî (îngilîzî)
|
|||||||||