Lyndon B. Johnson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lyndon B. Johnson
36em serokê DYA'yê
Wezîfedarî
22ê çiriya paşîn 1963 – 20ê kanûna paşîn 1969
Cîgirserok(1963–1965)
Hubert Humphrey (1965–1969)
BerêJohn F. Kennedy
PaşêRichard Nixon
Jînenîgarî
Jidayikbûn27ê tebaxa 1908an
Stonewall, Texas,
Mirin22ê kanûna paşîn a 1973an (64 salî)
Stonewall, Texas
Partiya siyasîPartiya Demokrat
HevjînLady Bird Johnson
Şanenav
biguhêreBelge

Lyndon Baines Johnson (jdb. 27ê tebaxê 1908 li Stonewall, Texas; m. 22ê kanûna paşîn 1973 li heman cihê), gelek caran navê wê wekî LBJ dihat kurtkirin, ji sala 1963 heya 1969ê serokdewletê DYAyê bû. Johnson 36em serokdewlet û siyasetemdarekî ji Partiya Demokrat bû. Di hikûmeta John F. Kennedy de cihgir bû. Piştî kujtina Kennedy, di hilbijartinên sala 1964ê de bi dengên pirraniya amerîkanan bo serokdewletiyê tê hilbijartin.

Sala 1934ê bo meclîsa federedewleta Texasê tê hilbijartin. Sala 1948ê ji Texasê tevlî senatoyê dibe. 1960 dibe cihgirê Kennedy. Di êrîşa kujerî ya 22ê çiriya paşîn 1963, Kennedy jiyana xwe jidestdide û riya Johnson a serokdewletiyê jî vedibe.

Wî nedixwest Amerîka tevlî şerê bakur û başûrê Viyetnamê bibe lê bi têkçûna başûrê Viyetnamê re tirs hebû ku YKSS bêhtir xurt bibe. Di dema wî de DYA dikeve şerê Viyetnamê. Lyndon B. Johnson bi navê (Great Society - Civaka mezin) projeyek bo baştirkirina jiya hevwelatiyan dabû destpêkirin lê şer rê nade xeyalên wî bicih bên.

Herwiha li dijî xizanî û nîjadperestiyê têdikoşiya. Di baştirkirina mafên çermereşan de rola wî mezin e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]