Zachary Taylor
| Zachary Taylor | |
| Xebat | |
|---|---|
| 12em serokê DYA'yê | |
| 5'ê adarê 1849 – 9'ê tîrmehê 1850 | |
| Cîgirê serok | Millard Fillmore |
| Ê pêşî | James K. Polk |
| Ê piştî | Millard Fillmore |
| Jînenîgarî | |
| Zayîn | 24'ê sermawezê 1784 |
| Mirin | 9'ê tîrmehê 1850 (li 65 salî) |
| Partiya polîtîk | Partiya Whig |
| Zewac | Margaret Smith Taylor |
| Pîşe | Leşkerî |
| Şanenav | |
Zachary Taylor (* 24'ê sermawezê 1784 li Barboursville, Virginia; † 9'ê tîrmehê 1850 li Washington D.C.) 12. serokdewletê DYAyê bû. Ew herwiha generalek bû. Ji 4'ê adarê 1849 heya 9'ê tîrmehê 1850'yê, li ser postê serokdewletiyê bûye.
Li çewlîkeke Virginiayê, di malbateke xwedî neh zarok in de hatiye jiyane. Malbata wî xwedî milk û axê bû. 26 kolayên bavê wî Richard Taylor (1744-1829) hebûn. Taylor kêm perwerde dîtibû. Lewra jî di tevahiya jiyana xwe de astengiyên rastnivîsê kişandiye.
Tevlî artêşê dibe. Sala 1810'ê bi Margaret Mackall Smith re marî dibe (dizewice), 6 zarokên wan dibin (5 ji wan zû dimirin). Di şerê Amerîkan-Îngilîz de serketinên wî gelek in. Di werçerxa (heyam) duyemîn a serokatiya xwe de jiyana xwe jidest dide. Li ser mirina wî gumana jehrkirinê tê tê kirin lê encamekê jê dernakeve. Li dijî koletiye têdikoşe.
|
|||||||||