James K. Polk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
James Knox Polk di 14'ê rêbendanê 1849, çar meh beriya mirina xwe
Navîşa (şanenav, îmze) James K. Polk

James Knox Polk (* 2'ê sermawezê 1795 li Pineville, Mecklenburg County, North Carolina; † 15'ê pûşperê 1849 li Nashville, Tennessee) ji 4'ê adarê 1845 heya 4'ê adarê 1849'ê, serokdewletiya DYAyê kiriye. Ew serokdewletê yanzdem bû. Beriya wê jî parêzgartiya federedewleta Tennessee (1839 heya 1841) û berdevkiya meclîsa temsîlkar a dewletê kiriye. Polk ji Partiya Demokrat (DYA) bû.

Di şerê Amerîka û Meksîkoyê de welatê xwe biserxistiye. Di sazûmaniya bacgirtin, gumrikê de reformên mezin kiriye. Tenê yek werçerxek (heyam) li ser postê serokatiyê maye, nexwestiye cara duyemîn bê hilbijartin. Wî jî siyaseta "berfirehkirina axa Amerîkayê" meşandiye. Di dema wê rûbera DYAyê 3,1 milyon km² zêde bû. Yekem car di dema wê de li DYAyê pûlên postageriyê hatine bikaranîn.