William Henry Harrison

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
William Henry Harrison
Navîşa (şanenav, îmze) William H. Harrison

William Henry Harrison (* 9'ê reşemiyê 1773 li Charles City County, Virginia; † 4'ê avrêlê 1841 li Washington D.C.) generalekî amerîkayî bû ku sala 1841'ê, bû nehem serokdewletê DYAyê.

Jiyan[biguherîne]

William Henry Harrison, li Colony of Virginiayê di malbateke cotyar û siyasetmedar de çavên xwe vekiriye. Bavê wî Benjamin Harrison îmze avêtibû danezana serxwebûnê ya sala 1776'ê û di nava salên 1781-1784'ê de parêzgarê Virginiayê bûye. Bo demekê kurt bijîşkî xwendiye, tevlî artêşa DYAyê US Armyyê bûye (1791). Li dijî kevnexwediyên Amerîkayê, Îndiyaniyan şer kiriye. Li bajarokan parêzgarî yan burokratî kiriye. Sala 1800'ê ji aliyê serokwezîr John Adams ve dibe parêzgarê herêma kevnexwedî Îndiyaniyan.

Parêzgarê Çermesoran (Îndiyanî)[biguherîne]

Harrison, unîforma lê ye

Bajarê Vincennes dike paytextê herêmê. Berê Îndiyaniyan re dijmin, lê diviyabû îcar jî dostiyê bike. Lewra dewletê jê dixwest ku wan qanî bike daku çermespî werin li herêmê bicih bibin. Geh aramî, geh pevçûn dibû. Harrison di riya xapandinê de bisernakeve, dîsa şer û qirkirina Îndiyaniyan destpê dike. Di 7'ê sermawezê 1811'yê de Têkçûna yan Şerê Tippecanoeyê pêk tê. Di bin fermandariya Shawnee, Tecumseh û birayên wî Tenskwatawa de hêzên çermespîyan dişkên, vedikişin. Ji rûbara Ohio River û golên mezin herêm ji çermespiyan tê pakijkirin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Peter Schäfer: Die Präsidenten der USA in Lebensbildern. ISBN 3-222-12216-4 Verlag Styria, Graz 1993. (almanî)