Theodore Roosevelt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Theodore Roosevelt

Theodore Roosevelt, Jr. (bilêvkirina bi kurdî: Teodor Rûzvelt, * 27'ê kewçêrê 1858 li New York City; † 6'ê rêbendanê 1919 li Oyster Bay, New York)

Di 14'ê rezberê 1901'î de bûye 26emîn serkdewletê DYAyê. Dema ew tê ser text di 42 saliya xwe de ye û ew kesê herî ciwan e ku did îroka DYAyê de hatiye ser desthilatdariyê. Ew ji Partiya Komarger bû.

Di dema wî de DYA dixwaze hêdî hêdî têkeve dika polîtîkaya cîhanê, wekî Brîtanya û Fransa çawa berjewendiyên xwe li seranser erdê didan gerandin, ew jî gavên pêşîn davêje. Roosewelt di dîroka nêzîk a DYAyê de, bi reform û guhertinên di qada birêvebirina sazûmaniya dewletê de tê bibîranîn.

Hin kes rexne bikin jî wî di sala 1906'î de Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.