George Washington

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
George Washington
1em serokê DYAyê
Wezîfedarî
30ê nîsana 1789an20ê kanûna pêşîn a 1797an
CîgirserokJohn Adams
Berê
PaşêJohn Adams
Jînenîgarî
Jidayikbûn22ê sibata 1732an
Westmoreland, Virginia Colony
Mirin14ê kanûna pêşîn a 1799an (67 salî)
Mount Vernon, Vîrjînya
HevjînMartha Washington
PîşeCotkar, efser
Şanenav
biguhêreBelge

George Washington (jdb. 22ê sibata 1732an li Gutshof Wakefield a parêzgeha Westmoreland a Virginia; m. 14ê kanûna pêşîn a 1799an li Mount Vernon a Virginia) siyasetmedar, leşker û yekemin serokdewletê DYAyê ye.

Ew wekî damezrênerê DYAyê tê naskirin. Di şerê azadiya DYAyê yê di salên 1775 heya 1783î de wekî fermandarekî cihgirtiye. Berevanî yan alîgiriya ti partiyekê nedikir. Ji malbatekê naskirî yê bingeh-Îngîlîz bû. Ji nexşegerî, matematîk û bi tevayî zanîstiyê hezdikir.

Di damezrandina sazûmaniya nûjen a DYAyê, destûra bingehîn û îdealîzma wê de xwedî roleke girîng e. Di dema xwe ya serokdewletiyê de polîtîkayeke bêalîtiyê meşandiye. Di jiyana xwe de bi dûristî û merdiyê dihate nasîn. Ji bo bîranîna wî navê paytextê DYAyê kirin Washington, D.C.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]