Lîsteya navên Xwedê li gorî îslamê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ev lîste navên Xwedêyên (bi erebî: أسماء الله الحسنى‎, lat. Asmāʾu ’llāhi ’l-ḥusnā; bi kurdî: Esma-ûl Husna) ku di Quranê de derbas dibine. Gorî hedîsan jî 99 neheyên wan navan re Esma ûl Hûsna (Navên Xwedêyên bedew) tê gotin. Di Quranê de hin ayetan de heqî wan de wiha tê qal kirin.

Xweda ewe ku, Xaliq û Barî û Mussawîre û navên herî rind (Esma-ûl Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Heşr-24)

Navên herî rind ên Xweda ne. Ji wî ra bi van navan dûa bikin. (A’raf,180)

Muhemmed kerem dike: “Nod û neh (99) navên Xwedê Teala hene. Kî evanan jiber bike ew diçe cinnetê. (Buharî û Muslîm)

"ALLAH: Hemu sifatan zeft dike û navê wî yê herî mezin e (Îsmê âzam)

Nav Erebî '
Allah الله El-Îlah, Xwedê
Er-Rehman Ewê pirr bi merhamet û rehm e
Er-Rehîm Ewê pirr bi merhamet û rehm e
El-Melîk Xwediyê hemu gerdûnê ye û hukumdarekî mutlaq e
El-Qûddûs Ji xeletiyê, xefletê, aciziyê û hemu kêmasiyan dûr û berî ye. pak û paqij e
Es-Selam Evdê xwe derdixîne silametê. Ewê di cinnetê de silavê dide evdê xwe yên bextîyar
El-Mûmîn Ewê di dilan de şewq /şewla baweriyê hişyar dike û ên xwe dispêrin wî disitirîne û diparêze
El-Mûheymîn Ewê diparêze û ditelîne
El-Ezîz Ewê mexlubîyeta wî ne mumkune, tim serkeftî û xalib e
El-Cebbar Ewê kêmasiyan temam dike. Tiştê ku dixwaze bizorê dike muxtedîr e
El-Mûtekebbîr Di her tiştî de û di her karî de mezinahiya xwe nîşan dide
El-Xelîq Ewê hemu hebunê û rewşê û bûyerê, kifş û tespît dike û hemuyan ji tunebunê çêdike
El-Barî Ewê eşya û wucuda her tiştî li hev tîne û wek hev dixuluqîne
El-Mûsewîr Taswîr dike û sûret û sifatan dide
El-Xeffar Mexfîreta wî zêde yê
El-Qehhar Li her tiştî, her tiştê ku dixwaze kare bike û hakim û xalibe
El-Wehhab Her nîmetî dewamî bexş dike
Er-Rezzaq Ewê rizqê mexluqat îhsanî wan dike
El-Fettah Ewê her zor û zehmetê vedike û hêsan dike
El-Elîm Bi her tiştî pirr baş zane.
El-Qabîd Ewê dijdîne û teng dike
El-Basît Vedike fireh dike
El-Xafîz Ewê ji jor dadixîne jêr nizim dike
Er-Rafî’ Bilind dike, ber bi jor ve dike
El-Mûîzz Ewê îzzetê û rûmetê dide, mêvandar e
El-Mûzîll Dixîne zilletê û rezîl û riswa dike
Es-Semî' Her tiştî dibihîse
El-Basîr Her tiştî dibîne
El-Hekem Hukum dide û heqqiyê tîne cî
El-Edl Pirr bi edalet e
El-Letîf Ewê bi heqîqeta hemu karan baş dizane û evdê xwe digîhîjîne qencîyan
El-Xebîr Bi nava her tiştî dizane û bi veşartî û diziyan xeberdar e
El-Helîm Ewê hema ceza nade sucdaran. Mulayîm û nerm e û wextê dide evdê xwe
El-Ezîm Pirr bi ezamet e
El-Xefûr Eff û mexfîreta wî pirr û zêde ye
Eş-Şekûr Berdêla qenciyên ku ji bo razayiya wî tê kirin, zêde zêde didê
El-Eliy Bi îzzet û rûmet û hukumraniya xwe pirr bilind e.
El-Kebîr Pirr mezin e, yê herî mezin e
El-Hefîz Ewê hemu karê ku tê kirin, bi tefsîlata wî digre, her tiştî heta dema wî ya kifşkirî, ji bela û musîbetan diparêze muhafize dike
El-Mûqît Qut û nifqê her maxluqatî didê
El-Hesîb Ewê di jîyana her kesê de bi tiştê ku kirîye dizane û bi hemu hesabê wî dizane
El-Celîl Xwedî celalet û mezinahiyê ye
El-Kerîm Lutf û kerema wî pirr fireh û zêde ye
Er-Reqîb Ewê li ser hemu hebunê çavbend e û her tişt di bin qontrola wî da ye
El-Mûcîb Daxwza kesê ku jê re dûa û lavayî dike tîne cî.
El-Wasî Îlmê wî û rehmeta wî û ef û mexfîreta wî fireh e
El-Hekîm Hemu emrê wî û karê wî bi hukum û hîkmete
El-Wedûd Ji evdê xwe pirr hiz dike û ji hizkirinê ra pirr layîq e
El-Mecîd Bi nav û şanekî mezin û bilind e
El-Baîs Miriyan vedijîne û ji gorên wan dertîne
Eş-Şehîd Di hemu deman de û li her derê hazir û nazir e
El-Heq Hebuna wî qe naguhere
El-Wekîl Karê wan kesê ku jê ra tevekkul dike digîhîjîne aqubetek baş
El-Qewîy Pirr bi hêz û quwet e
El-Metîn Pirr saxlem û qewîn e
El-Welî Dostê evdê xwe yên qenc e
El-Hemîd Ji wî tenê ra hemd û sena tê kirin û bi zimanê hemu hebunê peznê wî tê kirin
El-Muhsî Bi hejmara hemu tiştî yek bi yek dizane
El-Mûbdî Hemû hebûn bê mîsal û bê madde cara pêşîn xuluqandî ye
El-Mûîd Ewê piştî ku hebun hemu tune kir, paşê ji nuhveda dixuluqîne
El-Mûhyî Ewê can bexş dike û heyat û sihatê dide
El-Mûmît Ewê mirina maxluqekî bi can dixuluqîne
El-Hey Zînde, bi her tiştî dizane û bi her tiştî dikare
El-Qeyyûm Bi erd û esmanan û her tiştî digre
El-Wecîd Daxwazê xwe çi wextê bixwaze dibîne
El-Mecîd Qedr û şanê wî mezin e û kerem û qenciya wî zêde ye
El-Wahîd Di zatê wî da û sifatê wî da û hukmê wî da û navê wî da tu şerîkê wî tune û tenê ye
Es-Samed Ewê hewceyan û tengiyan diborîne
El-Qedîr Ewê daxwaza xwe, dikare bîne cî
El-Mûqtedîr Ewê li ser ên xwedî quwet û qudret li gor daxwaza xwe tasarufê dike
El-Mûqeddîm Ewê daxwaza xwe dixe pêşiyê û pêş da dibe
El-Mûexxîr Ewê daxwaza xwe dawiyê da dihêle paş da dibe
El-Ewwel Pêşîn e
El-Axîr Dawî ye
Ez-Zahîr Eşkera ye, xuya ye
El-Batin Ji her tiştî veşartî ye
El-Walî Ewê qaînatê û her tiştê hema diqewume îdare dike
El-Mûtealî Ji het tiştê ku aqil di ber da diçe û ji her rewş û timtêlê bilindtir û mezintir e
El-Berr Ji bo evdê xwe tim hêsanî û rehetiyê dixwaze û qenciya wî zêde ye
Et-Tewab Towbeyan qebul dike û gunehan effu dike
El-Mûnteqîm Bi edaleta xwe sucdar musteheqê kîjan cezayî ye, wî cezayî didê
El-Efûw Pirr efukar e
Er-Reûf Pirr litufkar û pirr bi rehm e
Melikûl-l Mulk Ebedî xwediyê mulk e
Zûl Celal-î Wel Îkram Him xwediyê mezinahiyê ye û him jî, xwedî fezl û kereme
El-Mûqsît Hemu karê xwe wek hev û di cî de çêdike
El-Camî Çi bixwaze, li çi cîyî miraz kiribe dicivîne
El-Xenîy Pirr zengîn e û ne hewciyê tu kesîye
El-Mûxnî Kî bixwaze wî zengîn dike
El-Manî' Ewê desturê nade ku tiştek biqewume
Ed-Darr Ewê tiştê elem û kederê dide, dixuluqîne
En-Nafî Ewê tiştê bi xêr û nafetê dide mirov dixuluqîne
En-Nûr Ewê nûra xwe dide aleman, hinek rûyan û hiş û dilan bi nûr dike
El-Hadî Ewê hîdayetê dide û evdê xwe tîne ser rêya rast
El-Bedî Ewê alêmên bê mîsal û ecêb çêdike
El-Baqî Dawiya hebuna wî nîne
El-Warîs Ewê hebuna wî dewamî ye û xwediyê heyîna heqîqîye
Er-Reşîd Ewê hemu kar û kiryaran li gor textîra xwe ya ezelî dimeşîne û li ser nizam û hîkmetek rast digîhîne aqûbeta wî
Es-Sebûr Pirr bi sebir e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]