Idrîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Taswîrkirina Hz. Idrîs a li bihişt û dojehê

Hz. Idrîs yek ji neviyên Hz. Şît û pêxamberê Xwedê ye. Hz. Şît ji bi xwe zarokê mirovê yêkemîn pêxamber Adem bû. Ji Hz. Idrîs ra 30 rûpelên piroz hatine dayîn. Navê wî yê rast Ahnuh bû. Lê ji ber ku wî pirr pirtûk dixwendin li Quranê da ji wî ra "Idrîs" hatîye gotin. "Idrîs" ji mirovên ku di zanistiyê da pêş da çûne tê gotin. Li gora riwayetan Hz. Idrîs li Misir ê bajarê Minuf ê yan jî li Babil ê hatîye dinê û jîyaye. Navê bavê wî Yerd û navê diya wî Berre ye. Neseba wî hettanî Hz. Adem aha tê zanîn: Îdris - Yerd - Mehlail - Kinan - Enûs - Şît - Adem.

Hz. Idrîs wekî pêxamber ji komalekî ra hatî bû şandin. Va komala ji neviyên lawê Adem Kabil bû. Hz. Idrîs kêm û zêde hettanî 120 salan ferman û qedexeyên Xwedê ji mîrovan ra got. Hz. Idrîs bi 72 zimanan qise dikir û hemû komal bi zimanên wan dawetî li ser riya Xwedê dikir. Wî bi xwe sedî zêdetir bajar û gund ava kirine û ji mîrovan ra gellek zanistî elimandiye. Di zanistiyên huner, astronomî û nivisê da ew mirovê yêkemin bû.