Mîxaîl Gorbaçov
Ji Wîkîpediya
Mîxaîl Sergeyevîç Gorbaçov (bi rûsî: Михаил Сергéевич Горбачёв, Mikhail Gorbachov) * 2'ê adarê 1931 li Prîvolnoye li herêma Stavropolê) siyasetmedarekî rûs ê ku di nava salên 1985 heya 1991'î sekreteriya giştî yê komîteya navendî ya Partiya Komûnîst û serokdewletiya YKSSê kiriye ye. Sala 1990'î ji ber ku dawî li şerê sar anî, Xelata Nobel a aşitiyê wergirt.
Ew serokê dawî yê YKSSê bû, lewra di destpêka salên 90'î de YKSS hilweşiya. Gorbaçev bi polîtîkaya xwe ya bi navê "Glasnost (zelalî) û perestroyka (veavakirin, vejîn" hate naskirin
Wî dixwast di di tevahiya YKSSê de reforman pêkbîne û bi sosyalîzmê Sovyetê dîsa birêvebibe. Li dijî hemî cureyên kevneperestiyê derket. Bi welatên rojavayî, bi taybetî bi DYAyê re hevîtinên kêmkirin û bidawî anîna pêşbirka çekan pêk tîne. Li seranser Sovyetê bayê nûjeniyê, demokrasiyê û lîberalîzmê radike. Lê hesabên wî bi dilê wî nameşin. Bayê azadiyê ji nişka ve sazûmaniya Sovyetê hildiweşîne. Tevahiya komarên Sovyetê azadiya xwe bidestdixin. Dûgel belawela dibe. Gorî hin ronakbîrên Rûs "Sosyalîzm diçe lê tiştekê nû nayê".
Li seranser cîhanê him alîgir û hezkiriyên wî, him jî dijberên wî gelek in. Wekî tevahiya serokên YKKSê, wî jî ji bo Kurd û Kurdistaniyan polîtîkayeke xwe nebû. Ji bo ji nû ve birêxistinkirina Kurdistana Sor, alîkarî neda Kurdan. Bi welatên ku Kurdistan dagirkirine re têkiliyên aborî û cîrantiyê ji bo siyaseta wî ya herî girîngtir bû.