Here naverokê

Navên Xwedê di îslamê de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Navên Xwedê hat beralîkirin)

Ev lîste navên Xwedê (bi erebî: أسماء الله الحسنى‎, lat. Asmāʾu ’llāhi ’l-ḥusnā; {{bi-ku|Esmaulḧusna, [[Esma'u'l-Ḧusna}}) ku di Quranê de derbas dibine. Gorî hedîsan jî 99 neheyên wan navan re Esmaulḧusna (Navên Xwedêyên bedew) tê gotin. Di Quranê de hin ayetan de heqî wan de wiha tê qal kirin.

Xweda ewe ku, Xaliq û Barî û Mussawîre û navên wî yên herî rind in. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Heşr-24)

Navên herî rind ên Xweda ne. Ji wî ra bi van navan dûa bikin. (A’raf,180). Muhemmed kerem dike: “Nod û neh (99) navên Xwedê Teala hene. Kî evanan jiber bike ew diçe cinnetê. (Buharî û Muslîm). "Ellah: Hemu sifatan zeft dike û navê wî yê herî mezin e (Îsmê âzam)

Lîsteya navên Xwedê di îslamê de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Navê erebî Bi tîpên erebî Navê kurdî Wateya nav
Errehman Bexşayer Ewê pirr bi merhamet û rehm e
Errehîm Dilovan Ewê pirr bi merhamet û rehm e
Elmelîk Paşa Xwediyê hemu gerdûnê ye û hukumdarekî mutlaq e
Elqûddûs Pîroz Ji xeletiyê, xefletê, aciziyê û hemu kêmasiyan dûr û berî ye. pak û paqij e
Esselam Pak û Salimker Hemû Cîhanê Evdê xwe derdixîne silametê. Ewê di cinnetê de silavê dide evdê xwe yên bextîyar
El-Mûmîn Dilniyaker Ewê di dilan de şewq /şewla baweriyê hişyar dike û ên xwe dispêrin wî disitirîne û diparêze
El-Mûheymîn Parêzer Ewê diparêze û ditelîne
El-Ezîz Beşko Ewê mexlubîyeta wî ne mumkune, tim serkeftî û xalib e
El-Cebbar Tiwana Ewê kêmasiyan temam dike. Tiştê ku dixwaze bizorê dike muxtedîr e
El-Mûtekebbîr Zor Gewre Di her tiştî de û di her karî de mezinahiya xwe nîşan dide
El-Xelîq Dirustker Ewê hemu hebunê û rewşê û bûyerê, kifş û tespît dike û hemuyan ji tunebunê çêdike
El-Barî Dirust Ewê eşya û wucuda her tiştî li hev tîne û wek hev dixuluqîne
El-Mûsewîr Nîgarker Taswîr dike û sûret û sifatan dide
El-Xeffar Hemûkar Lêbûrer Mexfîreta wî zêde yê
El-Qehhar Zelîlker Li her tiştî, her tiştê ku dixwaze kare bike û hakim û xalibe
El-Wehhab Zor Bexşayer Her nîmetî dewamî bexş dike
Er-Rezzaq Hemûkat Rozîder Ewê rizqê mexluqat îhsanî wan dike
El-Fettah Serkeftîker Ewê her zor û zehmetê vedike û hêsan dike
El-Elîm Zanatirîn Bi her tiştî pirr baş zane.
El-Qabîd Derhênerê Canê li Leşê Ewê dijdîne û teng dike
El-Basît Panker Vedike fireh dike
El-Xafîz Xwarker Ewê ji jor dadixîne jêr nizim dike
Er-Rafî’ Serxer Bilind dike, ber bi jor ve dike
El-Mûîzz Azîzker Ewê îzzetê û rûmetê dide, mêvandar e
El-Mûzîll Xwarker Dixîne zilletê û rezîl û riswa dike
Es-Semî' Bîsertirîn Her tiştî dibihîse
El-Basîr Bînatirîn Her tiştî dibîne
El-Hekem Dadwer Hukum dide û heqqiyê tîne cî
El-Edl Zor Adil Pirr bi edalet e
El-Letîf Ewê bi heqîqeta hemu karan baş dizane û evdê xwe digîhîjîne qencîyan
El-Xebîr Agatirîn Bi nava her tiştî dizane û bi veşartî û diziyan xeberdar e
El-Helîm Zor Xoragir Ewê hema ceza nade sucdaran. Mulayîm û nerm e û wextê dide evdê xwe
El-Ezîm Bê Sinor li Gewreyî Pirr bi ezamet e
El-Xefûr Zor Bixşayer Eff û mexfîreta wî pirr û zêde ye
Eş-Şekûr Zor Spasker Berdêla qenciyên ku ji bo razayiya wî tê kirin, zêde zêde didê
El-Eliy Pileberz Bi îzzet û rûmet û hukumraniya xwe pirr bilind e.
El-Kebîr Gewre Pirr mezin e, yê herî mezin e
El-Hefîz Ragir Ewê hemu karê ku tê kirin, bi tefsîlata wî digre, her tiştî heta dema wî ya kifşkirî, ji bela û musîbetan diparêze muhafize dike
El-Mûqît Xorakder Qut û nifqê her maxluqatî didê
El-Hesîb Ḧîsabker Ewê di jîyana her kesê de bi tiştê ku kirîye dizane û bi hemu hesabê wî dizane
El-Celîl Zor Birêz Xwedî celalet û mezinahiyê ye
El-Kerîm Zor Bixşayer Lutf û kerema wî pirr fireh û zêde ye
Er-Reqîb Bîner û Amade Ewê li ser hemu hebunê çavbend e û her tişt di bin qontrola wî da ye
El-Mûcîb Welamder Daxwza kesê ku jê re dûa û lavayî dike tîne cî.
El-Wasî Bilaw Îlmê wî û rehmeta wî û ef û mexfîreta wî fireh e
El-Hekîm Firzane, Bisyar Xirdmind Hemu emrê wî û karê wî bi hukum û hîkmete
El-Wedûd Dust Ji evdê xwe pirr hiz dike û ji hizkirinê ra pirr layîq e
El-Mecîd Bi nav û şanekî mezin û bilind e
El-Baîs Miriyan vedijîne û ji gorên wan dertîne
Eş-Şehîd Di hemu deman de û li her derê hazir û nazir e
El-Heq Hebuna wî qe naguhere
El-Wekîl Karê wan kesê ku jê ra tevekkul dike digîhîjîne aqubetek baş
El-Qewîy Pirr bi hêz û quwet e
El-Metîn Pirr saxlem û qewîn e
El-Welî Dostê evdê xwe yên qenc e
El-Hemîd Ji wî tenê ra hemd û sena tê kirin û bi zimanê hemu hebunê peznê wî tê kirin
El-Muhsî Bi hejmara hemu tiştî yek bi yek dizane
El-Mûbdî Hemû hebûn bê mîsal û bê madde cara pêşîn xuluqandî ye
El-Mûîd Ewê piştî ku hebun hemu tune kir, paşê ji nuhveda dixuluqîne
El-Mûhyî Ewê can bexş dike û heyat û sihatê dide
El-Mûmît Ewê mirina maxluqekî bi can dixuluqîne
El-Hey Zînde, bi her tiştî dizane û bi her tiştî dikare
El-Qeyyûm Bi erd û esmanan û her tiştî digre
El-Wecîd Daxwazê xwe çi wextê bixwaze dibîne
El-Mecîd Qedr û şanê wî mezin e û kerem û qenciya wî zêde ye
El-Wahîd Di zatê wî da û sifatê wî da û hukmê wî da û navê wî da tu şerîkê wî tune û tenê ye
Es-Samed Ewê hewceyan û tengiyan diborîne
El-Qedîr Ewê daxwaza xwe, dikare bîne cî
El-Mûqtedîr Ewê li ser ên xwedî quwet û qudret li gor daxwaza xwe tasarufê dike
El-Mûqeddîm Ewê daxwaza xwe dixe pêşiyê û pêş da dibe
El-Mûexxîr Ewê daxwaza xwe dawiyê da dihêle paş da dibe
El-Ewwel Pêşîn e
El-Axîr Dawî ye
Ez-Zahîr Eşkera ye, xuya ye
El-Batin Ji her tiştî veşartî ye
El-Walî Ewê qaînatê û her tiştê hema diqewume îdare dike
El-Mûtealî Ji het tiştê ku aqil di ber da diçe û ji her rewş û timtêlê bilindtir û mezintir e
El-Berr Ji bo evdê xwe tim hêsanî û rehetiyê dixwaze û qenciya wî zêde ye
Et-Tewab Towbeyan qebul dike û gunehan effu dike
El-Mûnteqîm Bi edaleta xwe sucdar musteheqê kîjan cezayî ye, wî cezayî didê
El-Efûw Pirr efukar e
Er-Reûf Pirr litufkar û pirr bi rehm e
Melikûl-l Mulk Ebedî xwediyê mulk e
Zûl Celal-î Wel Îkram Him xwediyê mezinahiyê ye û him jî, xwedî fezl û kereme
El-Mûqsît Hemu karê xwe wek hev û di cî de çêdike
El-Camî Çi bixwaze, li çi cîyî miraz kiribe dicivîne
El-Xenîy Pirr zengîn e û ne hewciyê tu kesîye
El-Mûxnî Kî bixwaze wî zengîn dike
El-Manî' Ewê desturê nade ku tiştek biqewume
Ed-Darr Ewê tiştê elem û kederê dide, dixuluqîne
En-Nafî Ewê tiştê bi xêr û nafetê dide mirov dixuluqîne
En-Nûr Ewê nûra xwe dide aleman, hinek rûyan û hiş û dilan bi nûr dike
El-Hadî Ewê hîdayetê dide û evdê xwe tîne ser rêya rast
El-Bedî Ewê alêmên bê mîsal û ecêb çêdike
El-Baqî Dawiya hebuna wî nîne
El-Warîs Ewê hebuna wî dewamî ye û xwediyê heyîna heqîqîye
Er-Reşîd Ewê hemu kar û kiryaran li gor textîra xwe ya ezelî dimeşîne û li ser nizam û hîkmetek rast digîhîne aqûbeta wî
Es-Sebûr Pirr bi sebir e.